Li Başûrê Kurdistanê mamosteyên dibistanan, ji ber ku mûçeyên wan dereng tên dayîn desto bi boykotê kirin.
Îro li ber avahiya Wezareta Perwerdeyê ya li Silêmaniyê kom bûn û bi daxwaza wergirtina mûçeyên xwe meşîyan.
Mamosteyên ku beşdarî boykotê bûne, didin zanîn ku heta ew mûçeyên xwe nestînin boykotê berdewam dikin.
Ev nêzîkî mehekê ye ku mamoste ji ber mûçeyên xwe perwerdeya dibistanan boykot dikin.
Du rojên borî li Silêmanî, Helebce, Kelar, Kîfrî, Qaladizê, Koye û Ranyayê xwepêşandan kiribûn.
Wek tê zanîn, hikûmeta Îraqê ji sala 2014an ve, ji ber pirsgirêkên siyasî mûçeyên karmendên bi derengî dişîne.
Di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê da hevdîtin tên kirin, lê dîsa mûçe jî ji ber pirsgirêkên wekî, deriyên sînorî, hinartina petrolê û dabeşkirina berhemên navxweyî dereng tên şandin.
Mamoste û karmendên din ji ber vê pirsigirêka mûçeyan gelek caran xwepêşandanan dikin.
Tê hêvîkirin ku Bexda hefteya pêşiya me mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.
Mamoste jî diyar dikin, ku ew kingê mûçeyên xwe bistîninîn dê wê gavê li dibistanên xwe vegerin.