Miletê Kurd berîya islamê heta sedsala 7an ol û bawerîya wê Zerdûştî bû. Zerdûştî heta berî zayînê (B.Z) 660-583 da ji alîyê Pêxember Zerdûşt hatîye belavkirin. Zerdûştî di dema Medan da oleke herêmî ye. Lê di dema Imparatorîya Persan da bûye oleke fermî û heta hilweşandina Sasanîyan jî dewam kirîye.
Heta derketina ola Îslamê, Kurd di navbera Împaratorîya Pers û Împaratorîya Bîzansê da du perçe bûn. Beşeke Kurd piştî mirina Hz. Mihemed, dema Xelîfe Omer, di navbera salên 637-642 da dibin misilman. Yên din jî wek Êzdî, Cîhû, Xirîstîyan dimînin. Îro piranîya Kurdan Misilman in.
Îro jî Kurd pirrbawer û xwedî pirrol in. Yanê mesele ewe ku ji bo miletê kurd yekem pirsgirêk ne ol e. Yekem her kurd gerek li netewa xwe xwedî derkeve. Hebûna miletan ne ser ol û bawerîya wan, girêdayî ziman û netewa wan e.
Helbet her ol û bawerî angorî her miletî pîroz e. Nasnama mirov bi ol û bawerîyê va girêdayî nine. Encax wek xwezayî mirov ji kîjan miletî be, bi nasnameya xwe ji wî miletî tê naskirin. Ji bo vê yekê miletê kurd bi esl û esaleta xwe, bi zimanê xwe yê dewlemend û şirîn bi hezar salane he ye. Miletê kurd ne bi îslamê ne jî bi ol û bawerîyeke din nebûye milet. Loma gerek bi alî olî da nebin kole û mirûdên omedê û dewletên misilman. Û bi taybetî jî nebin birayên Ereb û Ecem û Tirkan.
Bila nebin alîgirê Ereb û Fîlîstînyan. Kurdên misilman jî Mescîd-î Aksayê wek Ereban pîroz dibînin. Mescîd-î Aksa, perestgeha Hz. Silêman e, ji ber ku, ji bo Cîhûya berya Islamê heta roja îro cîhê pîroz û zîyareta hecê ye. Cîhû hersal diçin vê derê û hecê xwe dikin.
Piştî zayînê (P.Z) di sala 638an Orşelîm ji alîyê xelîfê islamê Omer va tê dagirtin. Mizgefta bi navê çargoşe tê ava kirin. Piştra bi navê Mescîdî-Aksa ji alî Xelîfê Emevîyan Abdulmelîk bîn Mervan hatîye nû kirin û berfirehkirin. Di dema Xaçlîyan da dibe Kilîse. Piştra Selahaddîn Eyûbî Orşelîmê digre, ji kilisê vedigerîne mizgeftê. Dema Împaratorîya Osmanî da jî bi rengê îro tê xûyakirin, bi emrê Padişahên Osmanîda tê neqişkirin.
Meke û qible ji bo misilmanan çibe, Mescîd-î Aksa jî ji bo Cîhûyan ew e. Dema Xirîstîyanî û Îslamîyet hê tûne bûn, perestgeha Hz. Silêman hebû, dîsa pîroz û qibla Cîhûyan bû! Ya rastî jî qibla misilmanan ya yekemîn û ya dawî jî hema Kabe ye.
Angorî hinek rîvayetên Îslamê, Hz.Mihemed salek û nîv berê xwe daye Orşelîmê, perestgeha Hz.Silêman û li wir limêj kirîye. An jî angorî bawerîya misilmanan, dibêjin pêxember hz. Mihemed di xewna xwe da çû ye Orşelîmê û li perestgeha Hz. Silêman, ji wê derê çûye Mîracê. Lê ew jî nayê wî wateyê ku, ji bo Orşelîmê heqê sîyasî û fermî bide dewletên misilman!
Eger angorî dîrokê maf û hiqûq bê îdîa kirin, bêgûman Orşelîm û perestgeha Hz. Silêman sedî sed welat û heqê Cîhûya ye. Çewa îro misilman bi navê hecê diçin Mekê cîhên pîroz zîyaret dikin û dibin hecî. Ewqas heqê Cîhûya jî he ye herin Orşelîmê bi zîyareta perestgeha (mabeta) Hz. Silêman, cîhê pîroz zîyaret bikin û bibin hecî.
Kurd heta nebin xwedî dewlet û bi zimanê xwe di mizgeftê xweda îbadet nekin, ewê herin mizgeftên dagirkeran, bi zimanê wan îbadetê bikin û mala xwe xirab bikin. Ewê bikevin bin bandora îslamîstên dagirkeran û bi wan ra haşir neşir bibin.
19.10.2023