Roja Şemîyê baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Qessamê bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê pêk anîbû.
Bi hezaran mûşek ji Xezeyê ber bi Îsraîlê va avêtibûnû, bi sedan çekdarên Hemasê jî ketibûn wargehên Îsraîl yên li herêmê.
Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Jonanas Conricks di derbarê êrişa Hemasê da destnîşan kir, ku di wê êrişê da nêzîkî 700 Îsraîlî canê xwe ji dest dane û zêdetirî 2 hezar û 100 kes jî birîndar bûne.
Jonanas Conricks, êrişa ku Hamas li wan kirîye dişibîne êrişa 11ê Îlonê ya li New Yorkê û dibêje, ev roja şemîyê “di dîroka Îsraîlê da roja herî xirab e”.
Jonanas Conricks li ser şerê ku welatê wî li dijî Hemasê daye destpêkirin anî ziman:
“Me niha nêzîkî 100 hezar serbazên xwe yên yedeg birin başûrê Îsraîlê û li hêviya fermana Hikûmeta Îsraîlê ne.
Erka me ew e ku di dawiya vî şerî da Hemas ewqas lawaz bibe ku êdî nikaribe gefan li sivîlan bixwe.
Her wiha em dixwazin piştrast bin ku Hemas êdî karûbarên Xezeyê bi rêve nebe.”