Serokkomarê Îsraîlê Îsheq Herzog li xaniyê xwe yê li Qudsa Rojavayê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.
Herzog di civînê da di derbarê êrişa Hamasê û pevçûnên li ser sînorê Îsraîl û Libnanê axifî.
Herzog di axaftina xwe da got, „Janek hate serê me ku ji dema me welat ava kiriye ve nehatibû neqewimîbû. Em dixwazin hemî dîl û girtiyên me yên di destê wan da bên berdan.“
Di derbarê geşedanên li ser sînorê Libnan û Îsraîlê yên van rojên dawiyê da jî Herzog wiha got; „Em geşedanên li Libnanê ji nêzîk ve dişopînîn. Ez xwedî wê baweriyê me Hizbulah bi agir dilîze.
Ya ku piştgiriya wan dike, împaratoriya şeytanî ya Îranê ye ku bi şev û roj ji bo têkbirina aramiya Rojhilata Navînê û herêmê tevdigere ew jî bi êgir dilîze.
Ez dixwazim bi eşkereyî bibêjim, em naxwazin li ser sînorê me yê bakur û li devereke din şer hebe.
Me giranî daye ser wêrankirina binesaziya Hemasê û vegerandina welatiyên xwe, lê eger Hizbulah me bikişîne nav şer, divê bê zanîn ya ku berdêla wê bide Libnan e.“
Serokkomarê Fransayê Macron jî di axaftina xwe da diyar kir ku ew bi heyeta xwe ra ji bo piştgirî û hevgirtinê li Îsraîlê ye. Herwiha ji Herzog ra got; „Em hevparê êşa we ne.“