Qebra Meret Neîth, ku firewna herî kevn e, ji aliyê tîmeke arkeologanên ku endama Zanîngeha Viyanayê Christiana Kohler bi pêşengiyawan dike, hat dîtin.
Tê gotin, ku ev firewna ku gora wê hatîye dîtin, 5 hezar sal berê jîyaye û desthilatdariya Misirê kiriye.
Di hundirê gorê firewnê da tovên tirî û hinek tiştên giranbuha jî hatine dîtin.
Tê bawerkirin ku ev gor cihê bêhnvedana dawî ya fîrewna ku hatiye jibîrkirin, Meret-Neîthê ye.
Meret-Neîth, bi mêrê xwe Qral Djet û kurê xwe Qral Den ra, ji serwerên xanedana yekem a Misir a kevnar tên zanîn.
Li gorî kolanên dawiyê, tê texmînkirin ku Meret Neîth di kar û bare desthilatdarîyê da bi qasî mêr û kurê xwe bi hêz bûye.
Ger ku ev texmîn rast be, Meret Neît yekem serwera jin a Misira kevnar e.
Herwiha hinek tiştên wekî cêrên şerabê yên ku nîşaneya dewlemendiyê ne, eşkere dikin ku ew xwedî desthilateke pir bilind bûye.
Ev cêrên di hundirê gorê de hatine dîtin, bi tovên tirî hatine tijikirin û hinek jî pir baş hatine parastin.
Di heman demê da, ev cêr yek ji delîlên herî kevnar ên şerabê ne.
Pêşenga tîma arkeologan Christiana Kohlerê di derbarê tiştên ku di gorê hatine dîtin wiha dibêje, “Şerab ne bermahiyeke avêtî bû, ji ber wê sedemê jî em nikarin bibêjin ka şaraba spî yan jî ya sor bû.
Di nava cêran bermahiyên uzwî, tovên tirî û tiştên wekî krîstalan hebûn. Niha li ser van lêkolînên zanistî tên kirin.
Dibe ku ev duyemîn delîla rasterast a herî kevn a şerabê be. Kolanên nû li ser vê jina bêhempa û serdema wê agahiyên nû didin.”