Êrîşên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê di navbera Washington û Enqereyê de bûn sedema nakokiyan.
Ji roja 4ê vê mehê va balafir û dronên Artêşa Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da gelek dever bombebaran kirin.
Wêstgehên av û elektrîkê û bîrên petrolê bûne armanca êrîşan Tirkiyeyê û jêrxaneyên sivîl ji kar ketin.
Ew êrîş bûne sedema kûrkirina nakokiyên di navbera Washington û Enqereyê de.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ew êriş û bombebaranên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê wekî gefekê li ser ewlehiya niştimanî ya welatê xwe pênase kir û got:
“Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê dibin sedema ku ewlehî û aramî lawaztir bibe. Êrişên Tirkiyeyê yên li deverê, li ser ewlehiya niştîmanî û siyaseta derve ya Amerîkayê gefên gelekî mezin û cidî ne.”
Biden ev bertek piştî bomberanên Tirkiyê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin û heta niha 45 kesan canê xwe ji dest daye û 50 kes jî birîndar bûne, nîşan da.
Herwiha Tirkiyeyê 180 cihên di bin desthilata HSDê de bombebaran kirine, 14 wêstgehên petrolê, 9 santralên elektrîkê, 8 santralên avê, 220 firin, 2 nexweşxane û 48 dibistan hatine armanckirin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî mikur hat ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de pirsgirêkeke ewlehiyê heye got û bersiva Biden da:
“Çalakiyên ku Amerîka bi baskên PKKyê yên li Sûriyeyê û li wî welatî dike li ser ewlehiya niştîmanî ya Tirkiyeyê gefeke derasayî ye. Daxuyaniya hatiye dayîn di demekê da ku ligel rihê hevbeşiya stratejîk û hevpeymaniyê nagunce, wêrekiyê dide rêxistinên terorê, ku dixwazin Sûriyê dabeş bikin.
Em bi biryar in gefa terorê ya li dijî welatê me ji çavkaniya wê nehêlin, bêyî ku guh bidin kîjan alî li pişt rêxistina terorê ye.”
Li aliyekî hevbeşiya Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi HSD re û daxuyaniyên wê yên li dijî Tirkiyeyê, li aliyê din li hemberî Filistînê piştevanîkirina Îsraîlê, van rojan nakokiyên di navbera Enqere û Washingtonê de kûrtir kirine.