Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser drona Tirkiyeyê ku li Rojavayê Kurdistanê hatîye xistin, daxuyaniyek da.
Berdevkê Wezaretê Patrick Ryder ragihand ku Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyeyê xistiye.
Patrick Ryder di derbarê xistina droneyê da wiha got:
“Drona tirkîyeyê 500 metreyî nêzîkî cihê ku hêzên me lê bi cih bûne, hatîye. Fermandarên me rewş weke metirsiyekê nirxandin.”
Piştî xistina droneye hat diyarkirin ku Wezîrên Parastinê yên Amerîkayê û Tirkiye bi telefonê axivîne, ku Patrick Ryder di derbarê têkilîya wan da jî wiha dibêje:
“Me ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo operasyonên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê bi me re hevahengiyê bike. Xistina drona Tirkiyeyê ya li Hesekê jî sedem xweparêzîyê bû.”