Serokê YNKyê Bafil Talebanî got, “Em dê li Kurdistanê yekîtî û azadiyê biparêzin, YNK destê aştî û biratiyê dide her kesî.”
Serokê YNKyê Bafil Talebanî li bajarê Silêmaniyê, di Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê da axifî.
Talebanî di kongreyê da anî ziman, ku divê ew pêwendiyên xwe yên bi hêzên Kurdan û Îraqê ra bi hêz bikin.
Talabanî wiha got; “Li pêşiya me du hilbijartin û kongreyek heye. Ev yek, hêza KYByê nîşan dide. Em ji hev bawer dikin, divê em gelê xwe li hev bînin. Divê em amade bin, ku ji bo gelê xwe fedakariyan bikin. Xebatên YNKyê nû dest pê dikin, divê em pişta hevdû bigirin. Hûn çi kar û erkî jî bidin min ez we tenê nahêlim.”
Serokê YNKyê Bafil Talebanî di axaftina xwe da bang li civanan kir û di derbarê girîngiya ciwanan da got; “Rast e petrola me heye, gaza me heye lê tiştê ku dê me dewlemend bike ew ciwanên me ne ku wekî stêrkan dibiriqin û xizmeteke baş wernagirin.
Dubare dikim û dibêjim: Em ê ji gelê xwe ra xizmetê bikin, em dê ewlehiya gelê xwe biparêzin. Em dê li Kurdistanê yekîtî û azadiyê biparêzin.
Jiber ku em YNK ne, em partiya têkoşer û şehîdan in, em partiya qehremanan in, em partiya wan kesan in ku dîktatorî hilweşandiye.”