Îro li Rojhilata navîn, 25 dewletên netew, azad û serbixwe hene. Hemû welatiyên wan bi bi ziman, al, bi çanda xwe dijîn. Bi zimanê xwe perwerde dibin û bi qanûnên nav xwe dijîn. Endamên neteweyên yekbûyî ne. Li Neteweyên Yekbûyî 193 endam û dewletên serbixwe endam in.
Li cîhanê û li rojhilata navîn ewqas dewletên serbixwe hene, her tişt ji bo wan qanûnî û bi rêk û asayî ye. Lê dema ji bo miletê kurd behsa dewletek serbixwe bê kirin, çiqas neyar û xêrnexazên kurdan hene, ew hema biratî û yekitîya gelan diparêzin.
Îro rewşa kurdên bakûr li ber ҫavan e, ji bo pêşerojê û ji bo dewletbûyîna kurdan li bakûr hêvîyek tune. Ji bo dewletbûnê hêvîyek nêzik hebe, ew jî li Başûrê Kurdistanê ye.
Ji ber ku miletê kurd bi dil û can û bi bîr û bawer ji sedî 93ê deng dan referandûma serxebûna Kurdistanê. Di dîroka kurdan da ew referandûm cara yekemîn û dîrokî ye.
Li rojava yê Kurdistanê, ji bo pêşerojê îhtîmalek mezin, ewê bibin xwedî statûyek baş. Ew jî eger bikaribin ji bin bandora PKKê derkevin.
Mixabin îro dîsa xêrnexwaz û neyarên kurda ketine rêzê û li ser qedera miletê kurd daxûyanîyên dijwar didin. Kesên wek Cengiz Candar û hevalbendê wî, bi roportaj û daxûyanîyên dijî statûya Başûrê Kurdistanê derdikevin. Bi dîtina wan êdî dem û dewran ji bo dewletbûna kurdan nemaye. Ji ber ku bi destên kurdan li rojhilata navîn pêşî li ber dewletên netew hatîye girtin. Gelo bi dîtin û gotina wan kîjan dewlet îro ne bi serê xwe ye. An jî kîjan dewlet ji nav û netewa xwe fereqet kîrîye. Qet tişt bîla bê sedem nabin. Loma çepgir û îslamîstên kemalîst ji bo paradîgma bê dewlet bi dil û can dixebitin û li dijî serkeftinên başûr dimeşin. Ew ji qerara referandûmê ditirsin.
Ji wan mînaka yek jî Çengiz Çandar e, bi ajansa Mezopotamyayêra bi zindî roportajek cûda û dirêj da diaxifî. Bi kurtasî dibêje, “Îro li rojhilata navîn dewletên netew nemane. Ew jî bi saya kurdan pêşî li dewletên netew hate girtin. Mînak jî ji paradigma Apo dide) ji xwe ne hewceye ku dewletên nû bên avakirin. Hele ji bo kurdan ne hewceya dewletbûnê heye. Ji ber ku, ji peymana lozanê heta roja îro kurd li ser çar perçeyan û di navbera çar dewletan da hatine parvekirin. Îro her çiqas problema bi navê kurdan hebe jî ew ne problema dewletbûnêye. Perçê herî mezin li ser tirkîyê ye, êdî problema netewa kurdan qedîyaye û sirf problema demokratîkbûnê heye. Perçê Sûryê jî êdî bûye problema Tirkîyê. Kurd li ser her perçeyî gerek doza aşitî û demokrasîyê bikin. Ji xwe eger kurd serxwebûn û dewletek netew bixwezin jî paragdima Apo û daxwazên wan li dijî van tiştan in. Qedera 20 mîlyon kurdên li bakur ne dewletbûn e. Edî girêdayî azadbûna Apo û daxwazên wî ne. Ji ber ku ew sirf demokrasî û pêşeroja tirkîyê diparêze. Ancax bi vî avayî kurd dikarin di nav çar perçeyan da bi aşîtî û demokrasîyê bijîn.“
Di dawîya roportaja xwe da jî dîsa dibêje, “ez mirovek ne kurd im. Ez mirovek tirk im û li Amedê bi deng û daxwxaza kurdan bûm parlamenter, anha ew mînaka min bîle rava dide ku pirsgirêk ji bo dewletek kurdan nema ye.“
Welehî, camêro rast dibêje. Ji ber ku kurda bi destê xwe bi qedera xwe lîstin. Kesên wek wî kirine berpirsyarê xwe. Loma YPS/HDPe li dijî hikûmeta başûr derdikevin kolanan. Rast e êdî ew bawer dikin li Tirkîyê, Kurdistan û doza serxebûnê nemaye. Lê miletê feqîr hê fêhm nekirî ye. Ew jî bi siloganên vik û vala xwe û miletê kurd dixapînin.
Lê hêjî di destê kurdan da firsetên bibin xwedî dewlet hene. Eger rojek hikûmeta başûr daxwazên miletê kurd baş bikar bîne, ji bo dewletbûnê referandûma serxwebûna Kurdistanê bese û zêdeye jî.
Bila Kurdistanek serbixwe ava be, bila tenê ji navҫekî be.
Hema bila Kurdistanek serbixwe hebe bila Zaxo tenê be jî bese…
Kurd miletkî qedîm e, xwedî ҫand û dîrokî kevnar e. Ez hê bawerim ku kurd di demê nêzîk da bibin xwedî dewlet..
17.09.2023