Mehdî Zana mêvanê bernameya Dîasporayê, ku di lRûdawê da tê weşandın da, bû. Bernameya ku ji aliyê Hêmin Ebdullah va tê pêşkêşkirin.
Mehdî Zana niha li Swêdê dijî û di derbarê jîyana xwe axifî:
“Karê min Kurdatiye. Ez Kurd im. Min ji bo vê siyaset meşand. Ez tiştekî nizanim lê çi ji destê min hatibe min ji bo li hev hatin û yekitiya Kurdan kir.
Karê min bi çepitî û rastitiyê ra nîne. Li ser van mijaran jî gelek çûn û hatinên min li Başûrê Kurdistanê pêk hat. Ez bi herkesê ra û di nav gotûbêjê da me.”
Li ser pirsa di derbarê her sê pirtûkên xwe da jî Mehdî Zana got:
“Nexêr. Ez nanivîsim. Min di girtîgeha Amedê da dest bi nivîsînê kir. Di girtîgehê da gelek bûyer hatin jiyîn. Gelek ciwanên jêhatî jiyana xwe ji dest dan. Wan ji min ra got, min nivîsî. Piştî ji girtîgehê derketim min êdî nenivîsî.
Min ji girtîgehên cûda, welatên cûda name wergirtin. Di nameyan da behsa şkenceya jiyane dikirin. Min ew name parve dikirin.”
Mehdî Zana di derbarê dema girtîgehê da diyar kir ku wan wisa dizanî ku cîhan ji şkenceya ew tê de ne bêxebere:
“65 hevalên me canê xwe dan ji ber mirinê. Min navê 39 kesan nivîsî lê mixabin navê yên din nayê bîra min. Di her tiştî da berjewendî heye lê di mirinê da berjewendî nîne.
Ew di kîjan partiyê da bûn ne xema min bû. Ew qehremanên mezin bûn. Ez xwedî li bîranîna wan derketim û min serpêhatiyên wan nivîsî.”
Mehdî Zana di bernameyê da got ku ew li gelek welatên cîhanê geriyaye:
“Min bi rayedarên dewletan re hevdîtin pêk anî. Ji derveyî Rusya û Çîn li hemû welatan geriyam. Rêz dan min.”
Herwiha Mehdî Zana bi bîr xist ku ew 16 sal, hevjîna wî Leyla Zana jî 10,5 sal di girtîgehê da maye:
“Me di ber Kurdistanê da çi ji destê me hat kir. Piştî em ji girtîgehê derketin jî derfetên me nebûn. Me hewil da em jiyana xwe berdewam bikin. Têkiliya me bi tu partiyan re nîne.
Ji ber şert û mercan ez û Leyla ne bi hevre ne. Ji ber diya wê nexweş e bi wê re dimîne. Lê em ji hev haydar in. Ji ber girtîgehê û siyasetê min zarokên xwe nedidîtin. Lê niha em her roj bi hev re diaxivin.”
Zana anî ziman ku di doza Kurdî bêbedel nabe:
“Xelkê Farqinê welatparêz in û di dema min siyaset dikir da xwedî li min derket. Beşdarî xwepêşandanan bû.
Ji bo ez bi Kurdî diaxivîm wan ez himbêz kir im. Ez ji bo Kurdayetiyê xebitîm. Wan ev yek dît û xwedî li me derket in. Dema ez bi zimanê xwe diaxivîm coşek mezin ava dibû.”
Zana di heman demê da da zanîn ku rêza wî ji her netewê re heye: “Lê em Kurd in û daxwaza mafên xwe dikin. Şert û merca em neçar kirin ku ji welat der bikevin. Ez û Leyla jî demên dirêj di girtîgehê da man. Dibe ku şaşitiyên me hebin jî lê hemû doza me Kurdîtî bû.
Hemû meseleya me Kurdînî bû. Dewlet jî li dijî Kurdî bû. Divê em xwedî lê derbikevin. Divê em bi zimanê Kurdî biaxivin.”