Kerkûk herî kêm birînek sedsalî ye, birînek ku jê her tim xwîn diherike, birînek ku bi pesîra Kurdan girtiye û wan bi jiyanek bi serûmê mehkûm kiriye.
Hinekan gotin Kerkûk dilê Kurdistanê ye û tekez kirin ku jiyan bê wê ne pêkan e; hinekan jî gotin Kerkûk Quds e û tekezî li ser ola ku pê bawer in û ummeta ku pê girêdayî ne, kirin.
Mirov dikare bê dîn û bê bawerî bijî, lê belê qet zindiyek li ser erdê nîn e ku bê dil bijî. Li aliyê din, li Kurdistana perçekirî, li başûrê welatê me ku çeqal dor girtine, sed sal e ku Kurd hewl didin bê dil bijîn. Ji bo jiyaneke normal divê yan dil bê cem bedenê an jî pêwiste jiyanek bê wê olan be. Di navbêrê mayîn tê wateya qebûlkirina rewşa defakto û tercîhkirina jiyanek bi girêdayî serûmê.
Kurd sed sal in ku di tengasiyekê de ne û bê bîryar in. Ne hewce ye ku meriv li ser pirsa “Kerkûk welatê kê ye”, biaxive û li ser nasnameya wê ya pirçandî û etnîkî bisekine. Ji dîroka nivîsandî pê ve Kerkûk Kurdistan e. Piştî vê demê nîqaşkirina vê yekê bêwate ye.
Ger Kurd dest ji Kerkûkê bikişandana otonomiya Kurdistanê di salên 1970yî de dibe ku berdewam bikira û pêşiya qetlîam, êş û azarên ku piştî wê pêkhatin, bên girtin. Mesud Barzanî di bîranînên xwe de li ser vê mijarê jî disekine û li ser bîryara aşbetaliya şoreşê ji hêla Mistefa Barzanîyê nemir ûsa dinivîse:
“Serhildana Adara 1975an bê encam bi dawî bû… Eger Barzanî razî bibûya ku Kerkûk bibe mijara danûstandinan û Kerkûkek li derveyî sînorên fermî ya herêma otonom qebûl bikira, dê rastî encameke wiha nehatiba… Li gor min, bîryara Barzanî bo rawestandina Serhildana Îlonê fedakariyek herî mezin a leheng û kumandarê gewre bû, ku ji bo gelê xwe dayiye. Beriya her tiştî gelê xwe bi fedakirina îtîbar, rabirdû û siberoja xwe, ji felaketeke mezin rizgar kir.” (Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Azadiya Neteweyî ya Kurd II)
Piştî vekişîna sala 1975an du pêvajoyên din ên dîrokî jî rû dan. Yek di sala 1992 de û ya din jî di sala 2003an de.
Di sala 1992an de beşeke girîng a Kurdistanê ket bin serweriya hêzên Kurd û Bereyê Kurdistanê. Kerkûk dîsa li derveyî kontrola vê rêveberiyê ma.
Piştî azadkirina beşeke girîng a Kurdistanê di sala 1992an de, ew axa pîroz û rizgarkirî bû dergûşa dijberî û muxalefata Ereban. Opozisyona Ereb, Şîe û Sunî jî di nav de, bi şîra Kurdan dest bi geşbûna xwe kirin, û bi piştgirî û parastina Kurdan gihîştin ciwanî û mezinbûnê.
Paşê roj hat û dem gûherîn. Yên ku ji ber zulma dîktatoriya Saddam diêşiyan, yên ku xwe spartin Kurdistanê û li wir geş bûn, piştî sala 2003an tifî tasa ku xwarina xwe jê dixwarin kirin û bazûyên xwe nîşanî Kurdan kirin. Ne li gorî destûra bingehîn a ku bi hev re hatîbû afirandin, ne jî li ser soza xwe sekinîn.
Navbêrê de bîst sal derbaz bûn. Di van bîst salan de tu serokekî Ereb ku ji aliyê Kurdan ve nehatibe ceribandin neman. Her yek ji yê din xirabtir derket. Û tevî wan hemû tecrubeyan jî, Kurd hên jî bi hêvîya Bexdayê û desthilatdarên wê derê ne, her çend ku fermanên destûrê tên binpêkirin û çarenûsa -Kerkûk jî di nav de- herêmên Kurdan, ku ne di bin îdareya Kurdistanê de ne, li gorî madeya 140an dê bi referandumek bê diyarkirin, neyê qebûlkirin.
Ew jî ne bes in. Ev çend sal in ku pişka Kurdistanê ji bûdceya navêndî tê desteserkirin. Û Kurd, partiyên Kurd hên jî di haletê bendewariyê de ne, lava û rîca dikin.
Piştî wan gotinên dirêj têm ser xala giring a merama xwe.
Kurd her çiqas xwedî parlamento bin jî ne yek û ne jî yekgirtî ne. Başûrê Kurdistanê di nava xwe de di pozîsyoneke sê parçeyî de ye. Herêma ku di bin serweriya hikûmeta Kurdistanê ye di navbera PDK û YNKê de hatiye dabeşkirin. Heremên ku wek navçeyên nakokî tên bi navkirin, wek Kerkûk, Mexmûr, Şengal û Xaneqînê hên jî di bin kontrola Bexdayê de ne. Ev 15-20 sal in makezagona hevpar ji hêla hêzên Ereb tê binpêkirin û mafên Kurdan ku bingeha xwe ji vê makezagonê digrin, nayên naskirin.
Bi kurtî, Erebên Iraqê, Îran û Tirkiye mirinê nîşanê Kurdan dikin ku ev bi nexweşiya bê çare razî bin.
Di Referandûma Serxwebûnê ya sala 2017an de, PDK neçar ma ku şerê YNK neke û xwe paşva kişand. Û ûsa jî Kerkûk di nav de hemû ‚herêmên nakok‘ ketin bin kontrola Bexdayê. Û niha jî carek din li Kerkûkê xwîn tê rijandin.
Bi dîtina min dem hatiye ku ji bo vê birînê çare û derman bê dîtin. Ji ber ku ger îro ev çareser nebe, dibe ku sibe pir dereng be.
Îro li Kurdistanê nûnertiyên, konsûlxaneyên zêdetirî sîh (30) dewletan hene. Û niha hinek ji wan ji bo berjewendiyên xwe bi hebûna Kurdistanê li wê erdnîgariyê de dilşad in.
Ya herî erênî û xwestî ev e ku PDK û YNK bi hevbeşî li ser pirsgirêka Kerkûkê ku ev sed sal in jê xwîn diherike, bi hevkarî çareseriyek bibînin. Mixabin di van şert û mercan de ev yek ne mimkûn û pêkan e.
Ger îcar PDK sibê seferek li ser Kerkûkê bike, wê çi bibe?
Êriş û dijderketin? Belê, dibe ku Bexda dest bi êrîşeke dijber bike. Dibe ku Îran û Tirkiye piştgiriya Bexdayê bikin û sînoran bigrin.
YNK? Dibe ku ji ber pêwendiyên bi Bexda û Îranê ve dijî vê seferê bisekine.
Lê, hin welatên ku li Hewlerê bi cih û war bûne, rê nadin Bexda yan jî hêzeke din ku balafirên şer bikar bînin, ji ber ku ev yek berovajî hesabên wan e. Di şerekî li ser bejahiyê û erdê de, tu hêzek nîn e ku hêzên Pêşmerge bişkîne.
Pirsgirêk li ser dorpêça aborî ya ku ji hêla Tirkiye û Îranê ve pêk were û bi giranî li ser têkiliyên bi Tirkiyê re ye. Ger Kurd, bi taybetî jî PDK bikaribin salekê li ber vê ablukayê bisekinin, wê pirsgirêk çareser dibe û riya serxwebûna başûrê Kurdistanê jî vedibe. YNK yan jî hêzeke din ku li dijî pêngaveke wiha derkevin, nikarin êdî li Kurdistanê bihewin.
Ez dizanim, sêlika hêkan li ser pişta min nîn e û ez nikarim li şûna hêzekê bîryarek bidim. Lê dema ku em behsa Kerkûkê dikin û dibêjin Kerkûk dilê Kurdistanê ye, wê demê jî ez dibêjim mirov bê dil nikare bijî û berdewam dikim: Eger hinek ji me “Nemir Mistefa Barzanî di sala 1975an de paşde vekişiya û gelê Kurd ji karesateke mezin rizgar kir” dibêjin, wê demê jî ez dibêjim, kek Mesûd jî dikare gavek ber bi pêş bavêje û mesela Kerkûkê, birîna sed salî dikare niha sax û çareser bike!
Saddam di sala 1990î de ji bo destxistina birincê çû Kuweytê û di sala 1991an de savar û bulxura ku destê wî da bû, wenda kir. Ûsa jî di sala 1992an de Kurdistan li ser nexşeya siyasî ya cîhanê cih girt û dilê hemû Kurdan jî dilşah bû. Dewleta Tirk dij derket. Lê belê, bi demê re ew bi vê rastiyê ve hînî jiyanê bû. Îro jî ev ê li dijî sefera Kerkûkê derkeve, lê di demeke kurt de ev ê bi rewşa ku hatiye holê, mecbûr e ku razî be.
Tenê serokek heye ku vê gavê bavêje, ew jî kek Mesûd e. Ji ber ku rêveberên ji nifşa nû ne xwediyê vizyonek ûsa ne û dem jî derbaz dibe.
Îcar ger ne îro, kengî? Ger ne kekê Mesûd, kî?
***
Kerkük için bir emri vakinin zamanı gelmedi mi?
Memo Şahin
En az yüz yıllık yaradır Kerkük, sürekli kanayan, Kürtlerin iki yakasını bir araya getirtmeyen ve onları serumla yaşama mahkûm kılan.
Kimi Kürdistan’ın kalbidir dedi, onsuz yaşamın olamayacağına vurguda bulunarak, kimi ise Kudüs’tür dedi Kerkük için, inandıkları dine ve bağlı oldukları ümmete vurguda bulunarak.
Din ve inanç olmadan da yaşayabilir insan, oysa kalp olmadan yaşayanı görülmemiştir herhangi bir canlı türünün, yeryüzünde. Kürtler ise yüzyıldır kalpsiz yaşama çabasında, parçalı ve çakalların çöreklendiği Kürdistan’ın güney yakasında.
Sağlıklı yaşamak için ya kalbi vücutla buluşturmak ya da onsuz bir yaşamı örmek gerekir. İki arada bir derede kalmak ise de facto duruma razı gelmek, yoğun bakımda bir yaşamı ilelebet tercih etmek demektir.
Kürtler yüzyıldır ikilem içinde. Kerkük’ün kimin yurdu olduğu gibi bir tartışmaya, onun çok kültürlü ve etnisiteli kimliğine vurguda bulunmaya hiç de ihtiyaç yok. Kaldı ki tarih kayıt altına alınalı beri Kerkük Kürdistan’dır. Bu saatten sonra bunu tartışmak abesle iştigal olur.
Kerkük’ten vazgeçilseydi 1970’li yıllarda, Kürdistan otonomisi devam edebilir, ondan sonra yaşanan katliam ve acılar belki yaşanmayabilinirdi. Mesud Barzani, babası ölümsüz Mustafa Barzani’nin neden böylesi bir karar aldığını şu cümlelerle açıklamaya çalışıyor:
„Mart 1975 tarihinde ayaklanma başarısızlıkla sonuçlandı… Eğer Barzani Kerkük’ün pazarlık konusu yapılmasını ve Kerkük’ün otonomi bölgesi için belirlenen resmi sınırların dışında tutulmasını kabul etseydi, böyle bir sonuçla karşılaşmayacaktı… Bana göre, Barzani’nin Eylül Ayaklanmasını durdurduğunu bildirmesi, bu büyük komutanın halkının uğruna yaptığı sayısız fedakarlıkların en büyüklerinden biridir. Her şeyden önce ününü, geçmişini, şimdiki zamanını ve geleceğini, bunun yanında mücadele tarihini feda ederek halkını büyük bir felaketten kurtarmış oldu.” (Mesud Barzani, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi II)
1975’teki geri çekilmeden sonra iki tarihi süreç daha yaşandı. Biri 1992’de, diğeri 2003’te.
1992’de Kürdistan’ın önemli bir kesimi Kürt güçlerinin, Bereyê Kurdistan’ın, Kürdistan Cephesi’nin hakimiyeti altına girdi. Kerkük yine bu yönetimin hakimiyeti dışında kaldı.
1992’de Kürdistan’ın hatırı sayılır bir bölümünün özgürlüğüne kavuşmasından sonra o kurtarılmış topraklar, Arap muhalefetinin beşiği oldu. Şii’si ve Sünni’si ile Arap muhalefeti Kürt maması ile emeklemeye başladı, Kürt desteği ve kollaması ile ergenlik ve olgunluk çağına erişti.
Sonra gün oldu, devran döndü. O günün ve Saddam diktatörlüğünün zulmünden mağdur olanlar, Kürdistan’a sığınanlar, orada serpilip boy atanlar 2003’ten sonra yal yedikleri çanağa tükürerek Kürtlere bilek gösterir oldu. Ne ortaklaşa oluşturulan anayasaya bağlı kaldılar ne de verdikleri söze.
Aradan yirmi yıl geçti. Bu yirmi yılda Kürtler tarafından denenmeyen herhangi bir Arap lider kalmadı. Gelen gideni aratır oldu. Ve Kürtler bunca deneyime rağmen halen de Bağdat’tan ve oradaki yöneticilerden umutlular, anayasanın emirleri ayaklar altına alınmasına, 140’cı madde gereği Kürdistan yönetimi altında olmayan Kerkük de dahil Kürt topraklarının kaderi halk oylaması ile belirlenecek denmesine rağmen.
Bu da yetmedi. Kürdistan’ın bütçeden alması gereken paya da ne zamandır ki el konulur oldu. Ve Kürtler, Kürt partileri hala bekleyiş, yakarış, ricacı konumunda.
Bu uzun girişten sonra lafı dolaştırmadan geliyorum sadede.
Kürtler parlamentoları olmasına rağmen bir ve birlik değil. Güney Kürdistan kendi içinde üç parçalı konumda. Kürdistan hükümetinin egemenlik sahası KDP ve YNK arasında bolünmüş durumda ve ‘tartışmalı bölgeler’ diye adlandırılan Kerkük, Mahmur, Şengal ve Xanekin gibi bölgeler ise Bağdat’ın hakimiyeti altında. Ne ortak anayasayı takan var ne de bu anayasadan kaynaklanan hakları 15-20 yıldır tanıyan bir yönetim.
Kısacası Iraklı Araplar, İran ve Türkiye Kürtlere ölümü gösterip sıtmaya razı etmeye çalışıyorlar.
2017’deki Bağımsızlık Referandumu’nda KDP, YNK ile karşı karşıya gelmemek için geri adım atmak zorunda kaldı ve ‘tartışmalı bölgelerin’ tümü Bağdat’ın hakimiyeti altına girdi. Ve Kerkük’te yeniden kan akmaya başladı.
Bu kanayan yaraya bir çare ve derman bulmanın zamanı geldi sanırım. Zira buna bugün çare bulunamazsa, yarın çok geç olabilir.
Otuzu aşkın hatırı sayılır devletin temsilcilikleri bugün Kürdistan’da mevcut. Ve Kürdistan’ın o coğrafyada var olmasına ise bunların bir kısmı çıkarları gereği şimdi muhtaç.
KDP ve YNK elbirliği ederek yüz yıldır kanayan Kerkük sorununa ortaklaşa el atabilseler en olumlusu ve en isteneni olur. Bunun olması ise bu verili koşullarda ne yazık ki olası değil.
Peki KDP yarın Kerkük’e sefere çıksa ne olur?
Saldırı mı? Evet Bağdat karşı saldırıya girişebilir. İran ve Türkiye Bağdat’a destek olabilir ve sınırları kapatabilir.
YNK mi? Bağdat ve İran bağlaşıklarından dolayı karşı durmaya çalışabilir.
Ne var ki Bağdat veya başka bir gücün savaş uçaklarını kullanmasına Hewler’de üslenen kimi ülkeler müsaade etmez, zira bu, hesaplarıyla çelişir. Karada yaşanacak bir çatışmada ise Peşmerge’nin bileğini bükebilecek bir güç yok o topraklarda.
Sorun, Türkiye ve İran’ın uygulayacağı ekonomik abluka ve asıl olarak Türkiye ile ilişkilerle ilgili. Şayet Kürtler, en başta da KDP bir yıl böylesine bir ablukayı göze alabilirlerse, sorun hal yoluna girebilir ve Kürdistan’ın güney parçası bağımsızlığa giden yolu açabilir. Böylesi bir adıma karşı çıkan bir YNK veya başka bir gücün Kürdistan’da esamesi bile okunmaz artık.
Biliyorum sırtımda yumurta küfesi yok. Madem Kerkük denince kalpten bahsediyoruz. O halde diyorum ki kalpsiz de yaşanmaz ki ve devam ediyorum: Madem nemir Mustafa Barzani 1975’te geri çekilerek Kürt halkını büyük bir felaketten kurtardı, o halde kek Mesud’da ileri atılıp Kerkük’e sefere çıkarak yüz yıllık bu yaraya derman olabilir!
Saddam 1990’da Kuveyt’e pirince gitti, 1991’de evdeki bulgurdan oldu ve Kürdistan 1992’de dünya siyasi haritasında yer almaya başladı. TC karşı çıktı. Ne var ki zamanla bu realite ile yaşamaya alıştı. Bugün de Kerkük’e sefere karşı çıkar, ancak fazla sürmeden bu fiili duruma adapte olur.
Bu adımı atacak tek bir lider var, o da kek Mesud’tur. Zira ondan sonraki nesilden yöneticilerin böylesi bir derdi fazlaca yok.
O nedenle bugün değilse, ne zaman? Kek Mesud değilse, kim?
10.09.2023