Yekîtiya Rojnamegerên Almanyayê (DJV) hişyarî da rojnamegerên wî welatî, ku ew ji bo kar û geştê neçin Tirkiyeyê.
Li ser navê DJVyê Frank Uberall daxuyaniyek da û di daxûyanîyê da wiha têgotin:
“Eger li Tirkiyeyê parêzbendiya parlamenterekê jî nikare wê ji desteserkirinê biparêze, ji bo rojnamegeran metirsî gelekî mezintir e.
Rojnamegerên ku heta niha di nûçeyên xwe da û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Tirkiye, serokkomarê wê Erdogan û partiya deshilatê rexne kiribin, ji ber ku metirsî gelekî zêde ye bila neçin Tirkiyeyê.”
“Kurd û Elewî tên girtin”
Di heman demê da Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê jî di civîna çapemeniyê ya hikûmeta federal da, li ser vê mijarê axivî û wiha got:
„Demeke dirêj e li Tirkiyeyê desteserkirinên kêfî diqewimin. Bi taybetî Kurd, Elewî û kesên muxelîf tên desteserkirin. Çûyîna wan a wî welatî tê qedexekirin û şûnda tên vegerandin.
Li wî welatî ji bo desteserkirina kesekî, parvekirineke li ser medyaya civakî bes e.“
Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut di destpêka meha tebaxê, dema çûyîna xwe ya Tirkiyeyê da hatibû desteserkirin.
Piştî hewldanên Wezareta Derve ya Almanya û nûneratiya wî welatî ya li Tirkiyeyê Akbulut hatibû berdan.
Jibo desteserkirina wê, „propagandeya rêxistinê“ hatibû nîşandan.