Encûmena Asayişe ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê civînek li ser aştiya Sûriyeyê pêk anî û rapora mehane jî parve kir.
Di raporê da tê gotin, ku di şerê Sûriyeyê da ti aktor nikare serkeftî bibe û tenê hewcedarî bi pêvajoya siyasî heye.
Herwiha Tirkiye demografiya Bakûrê Sûrîyê diguherîne.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen di civînê da axifî û got:
“Çend roj berê ez bi wezîrê karên derve yên Urdun, Misir, Erebîstana Siûdiyê re axivîm. Min herwiha bi rêvebirên fermî yên Tirkiyeyê ra jî danûstandin kir.
Ez dê bi aktorên Ereb, Astana, welatên Rojava û kî dikare alîkariyê bide pêvajoya siyasî ya ji bo Sûriyeyê xebatên xwe bidomînim.
Rastiyek heye ku ti grup û aktor bi tena serê xwe nikare gavan biavêje û bê pêvajoyeke siyasî pirsgirêkan çareser bike.”
Nûnerê Sûriyeyê Bassam Sabbagh jî di axaftina xwe da Tirkiye tawanbar kir û got:
“Balafirên leşkerî yên Tirkiyeyê bi awayekî îlegal li herêmên Sûriyeyê cih digirin û ev jî alîkariya pêvajoya aramiyê nake.
Tirkiye alîkariye dide hin grubên ku ji aliyê Encûmena Asayişe va wek grubên terorîst tên dîtin. Herwiha Tirkiye demografiya herêmê jî diguherîne.”
Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî jî axifî û di axaftina xwe da jî wiha got:
“Heta ku Suriye aram nebe divê koçberên Sûriyeyî vernegerin welatê xwe.
Êrişên esmanî û roketî didomin herwiha zordarî û revandina mirovan jî berdewam dikin.”