Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar bûye mêvanê bernameya Bestoon Talkê.
Mela Bextiyar, di bernameyê da bersiva pirsên ku ciwanan lêkirine, dide.
Hinek xalên ku Mela Bextiyar di derbarê wan da nêrînên xwe anîye ziman bi vî rengî ne:
“Dilgiraniyên dostên me zêde bûne”
“Fikarên li ser nebûna yekgirtina Hêzên Pêşmergeyan, girtin û kuştina rojnamegeran, pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, Bexda û navçeyên nakok, paşxistina hilbijartinan û dirêjkirina temenê parlamentoyê van hemûyan dilgiraniya dostên me zêde kiriye.
„Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Îranê re“
Pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Îran û Tirkiyeyê re îhtimal nîne ku vegerin beriya rûxandina rêjîma Beasê. Tirkiye û Îranê nekarîn weke beriya dagirkirina Kuweytê di çarçoveya navneteweyî de nêzîkî pirsgirêka Kurd a li Başûrê Kurdistanê bibe.
Beriya dagirkirina Kuweytê, wezîrên derve yên her çar welatên ku Kurdistan di nava wan de hatiye parvekirin, ji bo me tune bikin civiyan.
„Ditirsim Tirkiye û Îran hincetan bi kar bînin“
Li ba min ew tirs nîne ku Tirkiye û Îran wek serdema Osmanî û Sefewiyan bi ser me da werin.
Ditirsim ku em bi xwe pirsgirêkên xwe çareser nekin û ew hincetên ku ketine di destê wan de li dijî me bikar bînin.
Eger em wan hincetan lawaz nekin em zerar dikin.
„Me nekarî xeyalên raperînê pêk bînin“
Me ji bo dadperwerî û demokrasiyê, li dijî dîktatoriyê şer kir lê dema em bûn desthilatdar me bi xwe nekarî demokrasiyê pêk bînin.
Yek ji mezintirîn kêmasiyên eniya Kurdistanî, bi taybetî ya YNK û PDKyê ew bû ku şerê navxweyî kir.
„Em 40 milyar dolarî deyndar in“
Em li Herêma Kurdistanê ji raperîna sala 1991ê ve, ev 32 sal in desthilatdar in, dipirsim me kariye hemû xewn û sozên xweş ên çiyayan bi cih bînin? Bi dîtina min me nekariye.
Welatekî wekî Singapurê ku ne petrol û ne çavkaniyên din ên xwezayî hene lê di 30 salan da bûye yek ji mînakên herî baş ên demokrasî û aboriyê.
Em piştî 32 salan desthilatdariyê, nêzîkî 40 milyar dolarî deyndar in.
„Îraq şert û mercên xwe li ser me ferz dike“
Sektora yekem a ku em têk çûn stratejiya aborî bû. Li Tirkiyeyê peymana me ya 50 salî bi dawî bû.
Dadgeha Parîsê, polîtîkaya me ya petrolê û peymanên bi şîrketên navneteweyî re red kirin.
Em dibînin ku niha Îraq şert û mercên xwe hêdî hêdî li ser me ferz dikin.
Ne tenê dahata petrolê ji dest çû di heman demê da têkçûna vê polîtîkayê dê di warê siyasî û civakî da jî derkeve holê.
„Nêçîrvan Barzanî şahê Urdunê xist dewrê“
Ez ji bo dermankirinê çûm Urdun û Almanyayê. Dema ez li Udunê bûm Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şahê Urdunê xist dewrê û wan bilez alîkariya min kir.
30 derzî li min dan daku jehrî negiheje mêjiyê min û ez serdeyî Almanyayê bibim.
Ez 16 rojan li nexweşxaneyeke Almanyayê emeliyat bûm. Her roj 6 saetan di emeliyatê de bûm. Di rojeke wiha da, zilamekî wek birêz Nêçîrvan li ba min bû. Bi min ev baştirîn dilsozî ye.
„Selefî dengên xwe nadin YNKyê“
Eger YNK yan jî serkirdeyên wê çaverêya selefiyan bike ku dengan ji bo wê kom bike û wê ji zehmetiyên rizgar bike, xelet e. Ne mimkun e selefî dengên xwe bidin partiyeke laîk.
„Li Kurdistanê bêhejmar kesên gendel hene“
Eger YNK û PDKyê di serdema desthilatdariya xwe da 10 kesên gendelî kirine, bi eşkereyî dadgeh bikirina, niha hejmara kesên gendel li Herêma Kurdistanê ew qasî zêde nedibû.
Li Herêma Kurdistanê bêhejmar kesên gendel hene.
Bi qasî ku ez dizanim kesên gendelî kirine newêrin pereyên xwe têxin bankayan. Dibe ku piraniya wan pereyên xwe di jêrzemînan de veşêrin.
Bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn
Berpirsyarîya bûyerên 16ê Çiriya Pêşînê li ser milê beşeke YNKyê ye û nakeve ser milê polîtburoya partiyê.
Ew kes nehatin cezakirin berevajo di kongreya çaremîn a YNKyê da darbe li yên din hate kirin û wan partî xist di bin kontrola xwe de.
3 roj piştî 16ê Çiriya Pêşînê min got ku ev êrişeke stratejîk e li hemberî Kurdistanê. Birêz Kosret jî got ku ev dibe rûpeleke reş a dîrokî. Bi kurtî polîtburoya YNKyê ji wê yekê ne berpirs bû.
Kongreya pêncemîn a YNKyê
Biryar e YNK 27ê Îlonê kongreya xwe ya pêncemîn li dar bixe. Eger ev kongre jî weke kongreya berê pêk were, baştir e ku kongre neyê lidarxistin.
Eger em berî kongreyê kom bibin û pisgirêkan çareser bikin û biryarê li ser çawaniya sazkirin û rêkxistina YNKyê bidin wê demê lidarxistina kongreyê baş e.
Rêkevtinên bi Bexdayê re
Eger rexneyên zêdetir ên YNKyê hebûya, diviyabû bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê re çareser bikira.
Her rêkeftinek li gel Bexdayê, li derveyî rêzên yekgirtî yên Kurdayetiyê, darbeyek e li dijî Kurdayetiyê.
„Nifşê Nû dengê xwe zêde dike“
Di hilbijartinên vê carê yên parlementoyê da hemû partî û di nav de YNK û PDK dê dengên xwe kêm bikin. Nifşê Nû dê vê carê dengên xwe zêde bike.
Di hilbijartinên parlementoyê yên dawî da kîjan partiyê sozên ku dabûn gelê Kurdistanê bi cih anîne?
Gelo karîne mûçeyên paşketine bidin û jiyan û rewşa aborî ya gel biguherînin? Ev sê meh in fermanberan mûçe wernegirtine. Xelk dê çawa dengê xwe bidin wan.”