Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Îraq û Sûriyeyê Matthew McFarlane ragihand ku proseya rêxistin û yekkirina Hêzên Pêşmergeyan nebin serî, dê ew alîkariyên Wezareta Pêşmergeyan qut bikin.
Matthew McFarlane jibo çend xalên reşnivîsa lihevkirinê da hatîne cîbicî kirinê wiha dibêje:
“Di Wezareta Pêşmergeyan da nebûna wezîrekî, wezaret di warên sazî û dezgehî da lawaz kiriye û pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan jî rawestandiye.”
Me bêhêvîbûna xwe anî ziman
Matthew McFarlane bi bîr xist ku piştî nirxandineke di meha tîrmehê da, wan daxuyaniyek weşandibû.
Di wê daxuyaniyê da, bêhêvîbûna xwe ya derbarê pêkanîna hin armancên reşnivîsa lihevkirinê da anîbûn ziman.
McFarlane di derbarê mijarê da dibêje, “Em hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşnîyar dikin ku ji Wezareta Pêşmergeyan ra wezîrekî destnîşan bike, daku îrade û niyeta xwe ya baş nîşan bide.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan vê hişyarîyê jî died û dibêje:
“Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê reform û sozên xwe yên di çarçoveya rêkeftina lihevkirinê da cîbicî neke, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dê alîkariyên leşkerî û ewlehiyê bibire û êdî berdewam neke.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Îraq û Sûriyeyê Matthew McFarlane rojek berê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtinek pêk anîbû û di hevdîtinê da „pêvajoya çaksaziyê“ û „yekkirina Hêzên Pêşmergeyan“ gotûbêj kiribûn.