Îro 9 sal di ser komkujiya Kurdên Êzidî re derbas dibin ku li Şingalê bi destê çekdarên DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzdî hatibûn kuştin.
DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin. Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin. Ji yên mayîn 550 hezar kes jî koçber bûn.
Gund û bajarên Şingalê hemû vala û wêran bûn.
Bi hezaran Kurdên Êzidî hewl didan ku cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spartin Çiyayê Şingalê. Kurdên Êzidî yên ku ji DAIŞê revîyabûn, piranîya wan hê di kampan da dijîn.
DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî bi komkujî kuştin, kesên ku revandin bi wan ra miameleya weke qanîmetên şer bi kar anîn.
Piştî êrîşa DAIŞê, heta roja îro bi dehan gorên komî û çend gorên takekesî yên Kurdên Êzdî li Şingalê û derdora wê hatine dîtin.
Li gor amarên Nivîsingeha Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzdî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li parêzgeha Duhokê, zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzdî jî wek penaber li welatên Ewropayê bi cîh bûn.
Komkujîya ku DAIŞê li hemberî Kurdên Êzdî kir, heta niha ji alî 13 welat û çend rêxistinên nadewletî bi fermî hatîye naskirin.
Berî du rojan jî Brîtaniya bi awayeke fermî ev komkujî nas kir.
Di salvegera Komkujîya Şingalê da Berpirsê Ofîsa Rizgarbûyên Kurdên Êzdî daxûyanîyek da û di dixûyanîyê da tê gotin, ku ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî yên ku ji alî DAIŞê va dîl hatine girtin, 3 hezar û 570 kes hatine rizgarkirin.
Di nav wan kesên azadkirî da, 339 zilam, hezar û 214 jin, yên din jî zarok in.