Hikûmeta Brîtanyayê komkujiya Kurdên Êzidî bi awayê fermî nas kir.
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê li ser malpera xwe ya fermî, di derbarê komkujiya Kurdên Êzidî da daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê tê ragihandin, Hikûmeta Brîtanyayê bi awayê fermî qebûl kir ku DAIŞê sala 2014an li hemberî Kurdên Êzidî komkujî pêk aniye.
Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tariq Ehmed dibêje, ku, Êzidîyan berî 9 salan, ji destê DAIŞê gelek êşên mezin kişandin û bandora wê êşê îro jî tê dîtin.
Tariq Ehmed wiha dibêje; “Îro me biryareke dîrokî da, ku li hemberî Êzidiyan komkujî hatiye kirin. Ev biryar pabendbûna me xurt dike, ku em piştrast bin Êzdî dê tezmînateke guncav bistînin û dadperweriyeke watedar bi dest bixin.”
Herwiha Tariq Ehmed têkez dike, ku dê Brîtanya rola xwe ya ji bo nehiştina DAIŞê bidomîne.
Brîtanya dê di avakirina civakên ku wan ji ber terora DAIŞê zirar dîtiye da jî rola xwe bilîze.
Hikûmeta Brîtanyayê beriya niha jî komkujiya DAIŞê ya li hemberî Kurdên Êzidî şermezar kiribû.