Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê civiya.
Di civînê da Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen raporek parve kir.
Di raporê da wiha tê gotin; “Herçiqasî dîplomasiyeke nû ji bo Sûriyeyê dest pê kiriye jî mixabin hîn jî li rojhilat û rojavaya bakurê Sûriyeyê sivîl tên kuştin û mirov tên revandin. Divê em nehêlin derfetên aştiyê careke din ji destên me herin.
Kesên sivîl bêsûc tên desteserkirin, rû bi rû zor û zehmetîyan dibin û tên kuştin. Li rojhilat û rojavaya bakurê Sûriyeyê pevçûnên dijwar diqewimin, di encama topbarankirin û roketavetinan da însan tên kuştin. Li alîkî êrişên ezmanîyên ku ji alî Îsraîl û rejîma Sûriyeyê va tên kirin, li alîyê din êrişên Tirkiye, yên bi dronan.”
Pedersen di berdewamiya rapora xwe da bal dikişîne ser feqîrbûna Sûriyeyê û wiha dibêje:
“Li hemberî dolar nirxe pereyê Sûriyeyê her ku diçe kêm dibe. Loma îro li Sûriyeyê ji her 10 kesan 9 kes di bin rêje ya feqîriyê de dijî.”
Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield jî di civînê da axifî û got, “Sedemê xirabî û derengmayîna alîkariyê Rûsya ye. Rûsya gotûbêjan red dike û rê li ber gihîştina alîkarîyê digre.”
Herwiha nûnerê Rûsyayê jî di civînê da axifî û got; „ em bawer dikin ku têkiliyên nû yên Sûriyeyê û Tirkiyeyê dê alîkarîya aştiya herêmê bikin.“