Li Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê Festîvala Navdewletî ya Hespên Kurdî hat lidarxistin û 100 hesp beşdarî festivalê bûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 10 hezar hespên Kurdî hene û ew bi giranî li Kirmaşanê tên xwedîkirin. Lê li Sine, Urmiye, Loristanê û hin parêzgehên Îranê yên din jî tên dîtin. Hespê Kurdî li Îranê hatiye tomarkirin û niha berpirs hewla tomarkirina wê li seranserî cîhanê didin, da ku rê li ber windabûna wê bigirin û pêş bixin.
Hespên Kurdî bi hêzî, aramî, edetên xweş, hişyarî û çavên xwe yên geş tên naskirin. Rayedar hêvî dikin ku hespên Kurdî bibe faktorek ji bo pêşketina parêzgeha Kirmaşanê. Ev yek û hewlên ji bo parastina hespên Kurdî sedemên sereke yên lidarxistina vê festîvalê ne ku rojekê di asteke gelekî berfirehtir de were lidarxistin.
Serokê Desteya Siwarçakên Kirmaşanê Star Elmasî di derbarê vê yekê da wiha dibêje, „Em li bendê ne ku ev mîrateya kevnar li ser asta cîhanê jî tomar bikin.
Ji bo piştgiriya xwedî û hilberînerên hespên Kurdî û hespên din ên Îranê, em ê yekem navenda firotina hespên Kurdî li bazara Perwêzxanê vekin.”
Şandeke veberhênerên Herêma Kurdistanê jî di festîvalê da amade bûne. Di navbera şandê û parêzgeha Kirmaşanê de rêkeftin hatîye kirin, ku bazareke hevbeş a hespên Kurdî di navbera Kirmaşanê û Helebceyê de were vekirin.
Xwedîyê hespan dîyar dîyar dikin, ku lêçûna ragirtin û xwedîkirina hespên Kurdî gelekî buha bûye û ew hewl didin ku bi rêya hinardekirinê beşeke xerciyan werbigirin.