Îro salvegera komkujîya Gelîyê Zilan e.
Di ser komkujîya Gelîyê Zîlan ra 93 sal derbas bûn.
Komkujiya Geliyê Zîlan di rojên 12-13ê Temûza 1930an da ji aliyê artêşa Tirkiyê va hate kirin.
Ev komkujî di belgenameyên Komara Tirkiyê da wek “Bûyera Geliyê Zîlan” derbas dibe. Di komkujîyê da leşkerên Tirk 44 gundên kurdan şewitandin û wêrankirin. Ji wan Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.
Li gor amarên fermî yên Tirkiyê, di wê komkujîyê da 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatine şewitandin û rûxandin. Lêbelê şahidên wan rojan jî dibêjin bi giştî 45 hezar kes hatine kuştin, ku piranîya wan zarok û jin, kal û pîr bûne.
Piştî komkujîyê bi qanuna ku jê ra digotin Qanûna Îskanê, ji 5ê Gulana sala 1932an pê va çûn û hatina wan gundan hatibû qedexekirin û ew qanûn jî bibû destpêka sirgûnkirina Zîlaniyan. Ew kesên ku hatibûn sirgûnkirin, pioranîya wan jî di heps û zindanan de canê xwe ji dest dan, hinekên wan jî bi bi destê dewleta Tirkiyê hatin kuştin.
Qedexeyîya gelîyê Zîlan hetanî Derbeya 12 Îolonê kudand. Piştî darbeyê bi biryara Serokkomar Kenan Evren Kirxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin.
Welatiyên Geliyê Zîlanê tevî ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe werbigirin û vegerin ser axa xwe ya ku dewletê dest daniye ser.
Komkujiya Geliyê Zîlanê, piştî damezrandina Komara Tirkiyê duyemîn komkujiya mezin a li ser Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.
Heta roja îro di li ser komkujîya Gelîyê Zîlan pirtûk hatin nivîsandin, kilam û stran hatin derxesitin, çîrok hatin vegotin. Komkujîya Gelîyê Zilan jî wek komkujîyan kurdan yên din di mêjûyê kurdan da bi êş û jan cîh girt û nayê jibîrkirin.