Mizginîya lihevkirinê Rûdaw dide.
Jibo çi û li ser çî?
Rûdaw radigihîne ku, her du partî;
Li ser kifşkirina dema hilbijartinê…
Li ser berdewamîya pêvajôya yekkirina Pêşmerge…
Li ser tevgerên hevpar li hev kirine.
Rojek berê şandeyên herdû partîyan, PDK û YNK, li Dabeşana Silêmaniyê civiyan e.
Şandeya YNKyê di bin serokatîya Bafil Talabanî da û ji Cigirê Serokwezîr Qubad Talabanî, Şalaw Elî Eskerî, Şalaw Kosret Resûl û Cafer Şêx Mistefa pêk hatîye.
Şanda PDKyê jî di bin serokatîya Fazil Mîranî ji Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yelda, Piştewan Saqid û Eli Hiseyn pêk hatîye.
Herdu alîyan piştî civînê di daxuyeniyeke hevpar da ragihandine, ku di 5 xalan da li hev kirine…
Ew pênc xal jî ev in:
1- Herdu alî piştgiriyê didin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, di dema ku Serokê Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ra şewîrî û biryar da, dê bêne encamdan.
2- Ji bo ku ji gelê Kurdistanê ra xizmeteke zêdetir were kirin, divê pirsgirêkên bêqîmet ên di navbera her du aliyan da nebine asteng û divê ji bo çareseriya pirsgirêkan rêyeke hevpar were dîtin.
3- Herdu alîyan biryar dane, ku pêvajoya birêxistina hêzên Pêşmergeyan berdewam bike.
4- Her du aliyan biryar dane, ku piştgiriyê bidine rêkeftinên kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
5- Ji bo ku herdu alî bêhtir nêzîkî hev bibin, li dijî zehmetiyan têbikoşin û astengan ji hole rakin, dê hevdîtinên xwe yên dualî û hevahengiya xwe bi rihekî Kurdistanî û welatperwerane bidomînin.
De were bawerîya xwe bi vê daxûyanîyê bîne…
Ev sî sal e, bi pêşnîyar û zora dewletên hevpeyman ji pêşmrgeyên xwe artêseke hevpar ava nekirine…
Ev sî sal e, rêvebirîyeke hevpar ava nekirine û her partî herêma xwe gor dilê xwe û bi tena serê xwe îdare kirîye…
Ev sî sal e, serok û giregirên herdu partîyan jî qîmê xwe bi parlamentoyê neanîne û tê da cîh negirtine…
Ev sî sal e, mîna gur û rovî bi hev ra lîstine û hevparîyeke kurdewarî pêk neanîne…
Piştî civîneke çend saet kudîyaye, kes nizane, daxûyanî didin û dibêjin; “me li hev kir, em bi pirsgirekên piçûk ra xwe nawestînin û yên mezin jî bi lez û bez çareser dikin…”
Bi vê daxûyanîya ku Rûdaw wek mizgînî dide, tê fahmkirin, ku herdu partî dixwazin careke din dîsa dewletên hevpeyman bixapînin, ku ew dê pêşmergeyên xwe bikin yek û hinek tiştên din ên ku ji wan tên xwestin, piştî hilbijartinê bînin cîh…
Ev si sal e, bi fêl û fêlbazîyê gelê kurd dixapînin, ji wan wetrê ew dê dewletên hevpeyman jî bixapînin…
Dawîn li fêl û derewên wan nayê…
Lêbelê ew dema ku dewletên hevpeyman ji bo çareserkirina pirsgirekan dane pêşîya wan, êdî diqede…
En wê gave dê bibînin, ku herdu partîyan xwe ya jî dewletên hevpeyman xapandine…
NavKurd