Li Ameda Bakurê Kurdistanê piştî 13 mehan yekemîn rûniştina darizandina 15 rojnamevanên Kurd îro dest pê kir, ku ew bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê DFGê duh bang li hiqûqnas û siyasetvanan kiribû, ku ew xwedî li çapemeniya Kurdî derbikevin.
Rûniştina dozê îro li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir û hejmarek nûner û rêveberên saziyên civakî û hiqûqnas beşdarî rûniştinê bûn. Ji wan kesan yek parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengiz Çandar û yek jî parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu bû.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê da 8ê Hezîrana 2022an polîsan bi ser hejmarek malan da girtibûn û di encama operasyonê de 20 ji wan rojnamevan 22 kes hatibûn desteserkirin.
Herwiha 16 ji wan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş 15ê Hezîranê hatibû berdan.