Rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê sî sal in ku, salek baş e û du sal jî xirab e. Yasa û qanûn hene, ji aliyê naverokê de yekemîn in li Rojhilata Navîn. Lê ew li ser qaxiz in; carna tên bi karanîn, carna jî di dolab û li ser masayan de toz digrin.
Posta serokatiyê heye, dem û wexta wê, kar û xebatên wê di yasayan de gelek zelal hatine nivîsandin. Lê car caran dem û periyoda serokatiyê bi mehan, bi salan derbaz dibe.
Li gor yasayan pêwîst e hilbijartin di demên ku di yasayan de hatine tesbîtkirin, çêbin. Lê partiyên me guh nadin wan yasa û bîryarên xwe.
Parlamentek me heye û sîûyek sal in ku pêkhatiye. Dem û wexta wê di yasayan de diyar e, lê carna bi salan wext derbaz dibe û hilbijartin nayên kirin. Parlamento heye, lê bê tesîr û bandor e, ber ku kar û xebatên ku Parlamento bike, ji aliyê polîtbûro û mektebên siyasiyên Partî û Yekitî tên kirin û funksiyona Parlamento tê pûçkirin.
Hukumetek heye, sîûyek sal in ku du beş e. Ger rewşa siyasî û pêwendiyên Partî û Yekitî destbidin, hukumet dicive, ger neda jî bi mehan, salan kabîne nacive.
Başûrê welatê me sîûyek sal in ku sê beş e; beşek di bin kontrola Partî, beşek di bin qontrola Yekitî de ye û perçeyek jî ji aliyê Baxdayê tê birêvabirin û îdare kirin. Her du beşên ku di bin rêvabiriya her du partiyên me de ne, nebûn yek; di navbera wan de qontrol û gûmrik hene, barên kamyon, lorî û bargiran, pasaport an jî nasnameyên însanên ku ji aliyekî derbazî aliyê din dibin, tên kontrolkirin.
Hêzên peşmerge hene, ne di bin rêvaberiyek hevbeş de ne, di nava Partî û Yekitî de du beş in û di bin kontrola partiyan de ne.
Polîs û şûrte, dezgehên îstixbaratê hene, lê rewşa wan jî ya wek hêzên pêşmerge ne û ne din kontrola hukumetê de ne û ji aliyê polîtbûroyên herdu partiyan tên birêvabirin.
Ger yasa û qanûn hebin û partiyên ku wan derxistine, guh nedin wan, çi qîmeta wan dimîne û xelk çima rêza wan bigre?
Dewletek, dezgehên dewletekî an jî îdareyekî bi yasa, qanûn û prensibên bingehîn, ku li ser her tiştî ne, tên birêvabirin. Lê em dibînin ku, ew bi destê partiyên me yên sereke ve tên pûçkirin û di bin lingan de dimînin.
Her du alî jî sîûyek sal in ku guh nadin qanûn û yasayan. Ji ber vê ji beriya herkesî endamên polîtbûroyên her du hêzên siyasî sûçdar in. Yasa û qanûn ji aliyê wan hatine derxistin û paşê jî guh nadin wan.
Dizîn suç e, gendelî, sextekarî û bênamûsî her ûsa. Dema ku ev suç ji aliyê însanên sade û normal tên kirin, ev tên darizandin. Lê dema ew ji aliyê berpirsiyarên siyasî ve tên kirin, doz û mehkemeyek jî nayê vekirin. Wê çaxê jî baweriya kesî bi yasa û qanûnan namîne û dûbendiyek kûr di nav civakê de peyda dibe.
Prensîbek bingehîn û sereke heye. Herkes li ber yasa û qanûnan wekhev e. Zûmreyek, grûbek an jî kesek li ser yasa û qanûnan nîn e!
Heya ku ev prensîba bîngehîn û esasî ji aliyê hinekan ve werin binpêkirin, li wê derê mîrov nikare behsa wekheviyê bike! Hîmê vê jî “Liberté, Égalité, Fraternité“ye: Azadî, Wekhevî û Biratî/Xwişkatî!
Em şahidê referandûma 2017an û paşê jî bûyerên nexweş û tahl bûn. Çend roj berê em şahidê şer û pêvçûnên di Parlamenta Kurdistanê bûn. Û em şahidin ku siûyek sal in, her du partiyên sereke guh nadin yasa û qanûnên ku bi xwe derxistine.
Kerkûk ji dest çû. Xaneqîn, Mendelî, Şengal, Mexmûr û gelek navçe û herem ji dest çûn. Ger ûsa biçe, ne dûr e ku Kurdistana Başûr jî ji dest biçe û dîsa bi dehhezaran însan canê xwe bidin.
Piştî ku Mam Celal mir, rewşa Yekitî li ber çavan e. Niha tenê însanek, rûsîpîyek heye ku car caran her du aliyan jî hişyar dike û bi şiklekî birêvadibe. Ev jî Kek Mesud e û sîgortaya Kurdistanê ye. Ger sibe ev jî bimire û di nav rezên cangoriyên Kurdistanê de cihe xwe bigre, wê çawa û çi bibe nizanim. Lê tenê tiştekî dizanim. Ev jî rewşa Kurdistanê ji ya niha jî xirabtir be.
Ev pismamên ku silav nadin hevdu, ev endamên polîtbûroyên her du hêzên sereke, ku gora hevdu dikolin, sibê wê çi bikin, nizanim. Lê dizanim ku di destên wan de hêzekî bê sînor û mezin heye û ev jî xeteriyek e!
Bona vê jî dibêjim, Başûrê Kurdistan di nav xeteriyek mezin de ye. Bi hewldan û zextên Emerikiyan û çend dewletên Ewropî gelê Kurd bêhna xwe da û hat îro. Lê bo sibê ne geşbîn im, ber ku qûmaş û cawa me ev e û di nav sîûyek salên bihûrî de me dersek ji tecrûbeyên, ezmûnên tahl dernexistiye û nebûne netewek yekgirtî!
Leyla Qasim bang û gazî dike: Yekitî, yekitî û her yekitî! Ev e dermana me Kurdan!