Ji heramên ku di bin kontrola Partî de ne, em berê xwe bidin herêmên Yekitiyê. Berê Şaqlawa jî, Hewlêr jî heya 1996an di bin kontrola Yekitî de bûn. Di sala 1994an da birakûjî destpêkir, bi hezaran peşmerge ji her du aliyan de canê xwe ji dest dan û 1996an bi alikariya Saddam ev her du bajar jî ketin bin konrola Partiyê.
Ev rûpelek nexweş, tahl û tirş e, di dîroka me de. Ev 60 sal in ku dijberiya her du hêzên sereke ya Başûrê Kurdistanê hên jî hal û çareser nebûye. Wer xûyadike ku ev proses, ev pêvajo hên jî berdewam be.
Dema hûn hatin aliyê Şaqlawa qet nebe Nazenînê bibînin, gundê 365 kaniyan, kaniyên ku ji aliyê Saddam ve hatine teqandin. Hêşinahî, dar û bexçe, av û kanî bê hêsab in. Lê li vir seytereyek, check pointek heye ku her du heremên di bin kontrola Partî û Yekitî ji hev cûda dike. Sînorek nav Kurdistanê ye û bi sedan bargir û kamyon li pêşiya gûmrika herdû partiyan dora xwe dipên û însanan ji canê xwe bêzar dike.
Em hatin Dokan. Dokan li qeraxa sed û bendava Dokanê avabûye, bajar du beş e. Beşek li keleka golê û beşa din jî li ser rûbara Dokanê hatiye avakirin. Seda Dokanê kahrûba û elektrîk dide gelek bajar, bajarok û gundan. Cihek seyran û geştiyariyê ye. Saddam û giregirên partiya Baasê jî havîngehên xwe li vê derê avakirîbûn. Ji payiza 1992an heya Hezîrana 1993an ez jî dora 7-8 mehan li vir mam. Mintiqe û herema Eskeriyan e. Alî Eskerî ji gundên derdora Dokanê ye; ev Ali Eskerî ku di sala 1978an li Hekkariyê hat şehîd kirin. Şêx û Naxşîbendî ne.
Ji vir jî em derbazî Halebcê bûn, bajarê cangoriyên bombayên jehrî û kîmyevî ya Saddam û Ali Hasan el Mecid. Me Monumenta Halebce tewaf kir û pênc hezar cangorî û deh hezar birîndar yadkir, bo xatirê wan cangoriyên Kurdistanê ev Monument maçkir. Pêwîst e meriv dema diçe Başûrê Kurdistanê vê muzexaneyê ziyaret bîke û şahidê hemû merheleyên vê komkujîyê bibe.
Piştî Halebce derbazî Silêmanî bin û di nav bajêr de bigerin. Bajarek rehet û bê qeyd û şert. Ger bixwazin, li vî bajarî bimînin, ger naxwazin derbazî bajarek din bin.
Koya (Koysancax), Ranya, Çarqurne li der dora gola Dokan avabûne û Hacîawa jî li ber sînorê Îranê ye. Ji vir rêyek diçe Zelê, wargeha Mam Celal ya qedim. Paşê di sala 1992an de dema şerê PKK û hêzên Başûr destpêkir û PKK şikiya, Mam Celal ev der pêşkeşî PKK kir ku gerilayên xwe yên mayîn bikşîne wir.
Dîsa ji Ranya rêyek heye diçe Kandîl, cih û warê qedîm ya Dr. Qasimlo û PDK-Îran. Paşê PDK-Î ji ber topbarana Îranê û zextên Yekitî ev der di sala 1993an de çolkir. Ûsa jî Kandîl ket bin qontrola PKK û bû binkeya serokatiya vê partiyê.
Dizanim ger û geştiyariya Kurdistana Başûr temam nebû. Me li Hewlêrê erebeyek kirêkirîbû. Plakaya vê erebeyê ne mûsait bû ku em biçin heremên di bin kontrola Baxdayê. Kerkûk û der dora Musil, Xaneqîn, Mendelî û Hewreman vê carê man. Ger ji jiyana min de çend sal mayîbin û hêzên Kurd li wan bajar û hereman de jî desthilatdar bin, ezê carekê din biçim wan cih û waran. Her ûsa Alqoş, Karaqoş, Mexmûr jî pishtî 2003an carek din bibînim.
msahin1@web.de