Di beşên pêşîya vê rêzenivîsê me behsa bajaran kir û dor hat şûn û cihên din yên geştiyariyê.
Gera me ji Duhokê destpêkir, ji rotayê Bakûrê Kurdistana Azad. Zaxo gelek mezin bûye, ne Zaxoya sî sal berê ye. Li Zaxoyê pêwîste meriv pira Delal bîbîne û di nav çarşiyê de bigere. Li çarşiyê, li sûkê her tişt pêyda dibe, xêynî cilûbergên Kurdî. Ger wexta we hebe, çay an jî qehweyek vexwin û biçek sohbet bikin, wê bash be.
Paşê dîsa wegerin Duhokê û li wê jî derbazê Zawîta bin, ev geliyê bi nav û deng bibînin, dol û geliyê ku bi ava xwe tê nasîn û peşmergeyên qehreman hevandiye û singa xwe bo wan her dem vekirî ye. Dibe ku rastî şopên Dr. Şivan û hevalên wî jî bên. Kî dizane?
Ger gera we ya Zawîta temam bû, derbazî Sersing bin, Sersinga rengîn û zêrîn. Çiya û banî, neval û dol bi hêşînahiya herî bedew xemilî ne. Ger şansa we rê bide, masiyek jî bixwin. Ji Sersingê jî berê xwe bidin Sûlavê, Sûlava bi av û sirûştek taybet.
Amedî ne dûr e. Derbazî Amediyê bin û şahidê cih û şûnek stratejîk û leşgerî bin. Tenê rêyek heye û li ser platoyek hatiye avakirin. Ger tîmek peşmerge hebe, hûn dikarin bi mehan Amediyê biparêzin.
Paşê dîsa vegerin Duhoka rengîn û bêhna xwe bidin û biçek îstîrahet bikin. Sibê zû rabin û berê xwe bidin Laleşê, wargeh û dergeha Êzîdiyên reben û belangaz, sêwiyên Kurdistanê. Dema hatin Laleşê, xarbin û vê axa pîroz û muqeddes maç kin. Paşê sol û pêlavên xwe derxîn û giran giran derbazî wargeh û dergehê bin, ev wargeh û dergeha aram û wek bihûşt û cennet.
Kes napirse, hûn kîne, ji ku û bo çi hatine. Herkes wek hev e, çi Êzidî, çi Misulman û çi Elewî an jî Xiristiyan. Cihê mabedê û aramiyê ye. Ne mezin e, lê gelek pakije. Darên pîroz hene, darên bi sedsalan kevn in û di înventera wargeh, mabet û dergehê de cih digrin. Bê midexele, bê şert û şûrt bigerin di nav cih û warên pîroz ya Êzidiyan. Aramiyek we dadigire, aramiyek bê hempa û bê nimûne.
Dibe ku rastî nasên xwe jî bên, însanên herdem rûken û dilsoz. Ger dema we hebe, çayek wan jî vexwin û an jî pariyek nanê wan bixwîn; ber ku ev wek nîşana dilsozî û samîmiyeta we tê hesibandin.
Dema di mabetê te digerin û di deriyan re derbaz dibin, lingên xwe nedin ser perwazên deriyan û perwazên deriyan maç kin. Maçkirin, nîşana qedrgirtina wan e, ji bîrnekin!
Paşê berê xwe bidin Akrê, bajarê Newroza netewî, sembola berxwedan û jiyanê. Akrê jî mezin bûye, lê şêweya xwe ya kevnar parastiye û wek xwe maye.Taxek nû û nûjen jî li kelaka wê avabûye.
Ger newestiyabin, derbazê Xelifan bin. Paşê Geliyê Alî Beg tê, çend kilometrê şûnda jî Bêxal. Bihûştin ev gelî û ev sûlav, ev av û ev dol. Av e û av jî jiyan e, av û çiya Kurdistan bi xwe ye û bihûşt û cennet jî her ev e, li ser dinya û cîhanê.
Navberek bidin li Geliyê Alî Beg û Bêxalê. Çayek vexwin û gûhê xwe bidin xûşxûva avê. Dibe ku rastî hunermend û karkerên Rojavayî jî bên. Sohbetek bikin bi wan re û paşê berê xwe bidin ber bi Rewandûzê.
Rewandûz jî wek Amedî li ser platoyek bilind avabûye û Begên Rewandûzê herdem ev bajar bi hêsanî parastine. Kendalên sed metreyî birc û qelehên sirûştî ne û bajêr bi hêsanî diparêzin. Topa yekemîn ya Kurdan li Rewandûzê ye. Resmek, sûretek bikşînin, bila li ba we be, bo xatirê berxwedana niştecihên wî bajarî!
Ger ne westiyabin, mandû nebin, ber bi Herîr û Şaqlawayê bi rêkevin. Deşta Herîr û Şaqlawaya rengîn û herdem bi hêşînahî xemilandî, bi dar û ber.
Ger bixwazin li Şaqlawayê bimînin, an jî derbazî Salahaddin (Pîrmam) bin, li gor kêf û daxwaza we ye. Pîrmam cih û warê mesûlên, berpirsiyarên Partî ye. Taxek bo kadirên vê partiyê hatiye cûdakirin. Herdem pakij û bi rêk û pêk e. Lê bêhna leşgerî jê tê, ber ku cihek stratejîk û taybet e. Tim hênik e, wek hewayê zozanan bayek sivik jê kêm nabe.
Mecal û wext nebû bo ku em biçin herama Barzan, cih û warê Barzaniyê Nemir, şûn û warên bi sedhezaran cangoriyên Kurdistan, ber ku êvar bû û me nedizanî, ma li wê otelek peyda dibe, an na. Lê hûn îhmal nekin.
(msahin1@web.de)