Yekîtiya Ewropayê ragihand, ku ew helwesta xwe di derbarê Surîyê da naguherin û cezayên li ser Sûriyê ne sivik û ne jî radikin
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê Luis Miguel Buino di daxuyaneiyekê da ragihand, ku grûpa Komkara Erebî ji bo cezayê ku li ser Sûriyê sepandine, sivik ya jî ji binî va rakin, bi Yekîtiya Ewropayê ra gotûbêjan dike.
Luis Miguel Buino di dxûyanîya xwe ya di vî warî da wiha dibêje; „Me eşkere kir, ku em cezayên li ser Suriyê ne sivik ne jî radikin.
Lê Yekitîya Ewropayê tenê piştîvaniya proseya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dike.“
Roja 14 û 15ê Hezîranê, li Brukselê gera heftemîn a Kongreya Piştîvaniya Siberoja Sûriyê û Navçeyê birêve biçe.