Kitêbek nû, ji bîranînên hûnermenda hêja Aslîka Qadir derket. Navê kitêba wê Jîyana min – Welatê me Kurdistan e. Berî sê hefteyan kitêb gihîşte destê min. Di nav çend rojanda min bi kêfxweşî kitêb xwend.
Pênce sal berê dema di radyoya ya Erîvanê da me strana bi navê Welatê me Kurdistan e, ji dengê Hûnermenda hêja Aslîka Qadir guhdarî dikir ew kilam dibîhîst. Mirov hercarê rihek kurdewarî, zewq û kelecan jê digirt.
Dema mirov kilamê Aslîqa Qadir guhdar dike bi dengê wê bi gotin û stranên wê kêfxweş dibe. Niha jî ez ewqas bi xwendina kitêba wê jî kêfxweş bûm û ji ziman û naveroka pirtûkê hez kir.
Ez di wê bawerîyê da me îro jî bi xwendina kîtêba wê bi navê Welatê me Kurdistan e, qasî kilamê wê kelecanê dide mirov. Loma dema navê Kurdistanê tê gotin, navê Aslîka Qadir tê bîrîya merîya. Ew çewa bi navê strana bi navê Welatê me Kurdistan e li seranserê Kurdistanê tê naskirin, ewê bi navê kitêba Welatê me Kurdistan e, nivîsandîye jî bê xwendin û li seranserê Kurdistanê belav bibe.
Kitêba wê bi zimaneke zelal û vekirî bi kurdîya serhedê hatîye xemilandin.
Rastî mirov bi xwendina bîranînên wê, bi navê Welatê me Kurdistan e, ewqas pê şa û kêfxweş dibe. Mirov tehma ji xemlandina stranê wê digre, wî tehmê ji nivîskarîya wê jî digre.
Wê di kitêba xwe da behsa dema zaroktîya xwe kirîye. Dema pênaberîya xwe da jî ew bûyerên li serê wî qewimîne anîye ziman.
Wê êş û kulê miletê kurd ê li Kafkasyayê bi taybetî jî li ser kurdên Êrmenîstanê dijîn, bi nav û cîh anîye ziman. Berî şerê cîhanê yê duemîn û dema şer da li ser sirgûnkirina kurdan û zilma ku Stalîn li kurda kirîye jî qal dike û bi xemgînî wan bûyera tîne ziman.
Li Êrmenîstanê û li derdora welatên kafkasê behsa ronakbîr û hûnermendên navdar û dostên kurdan dike. Wan kesan nav bi nav hemûyan kar û xebatê wan tîne bibîranîn û dide naskirin. Bi taybetî li ser kar û xebatên Radyoya Êrîvanê disekine û xebatê wan a bêhempa tîne ziman.
Spas ji bo Aslîka Qadir, ji ber ku wê li ber stranê xwe yên xweş û xemilandî, bîkranînên xwe jî nivîsîye û bi navê Welatê me Kurdistane amade kirîye. Hêvîdar im her kurdek vê kitêbê bigire, bixwine û bide xwendin.
Ez bi dil û can Aslîka Qadir pîroz û berdewamîya kitêbên wê yên nû hêvî dikim.
15.06.2023