Serokê grûpa Wagner Yavgeny Prigojîn radigihîne, ku wan li dijî artêşa Rûsyayê dest bi şer kirîye.
Prigojîn di axaftineke xwe da wiha dibêje, “Encûmena Fermandariyê ya Wagnerê biryarek da; divê xirabiya ku ji aliyê serokatiya welêt va hatiye kirin bê rawestandin.”
Prigojîn di axaftina xwe da behsa tolhildana li dijberî artêşa Rûsyayê jî dike û dibêje, “Yên ku kurên me kuştin, bi dehan ji me kuştin, divê bizanibin ku ew dê Ii hember vê bi deh hezaran leşkerên Rûsyayê bên cezakirin. Ez dixwazim ku kesek dernekeve ser rêya me.
Her kesê ku hewl bide ku derkeve ser rêya me, dê wek metirsiyekê were hesibandin û em ê di demeke kurt da wan ji nav bibin. Êdî her çi xaleke kontrolê ya leşkerî li pêş me be, çi firoyek be li ser serê me.”
Prigojîn ji bo aramîyê bang li xelkê dike û dibêje, “Li hemberî bandora êrîşan li ber xwe bidin û di malên xwe de bimînin. Bi taybetî yên li ser rêya me, dernekevin derva. Piştî ku me dest bi karê xwe kir, em ê vegerin eniyên şer û welatê xwe biparêzin.
Em 25 hezar çekdar in û em ê biçin bizanibin ka ev aloziya li welêt çi ye. Kî dixwaze tevlî me bibe bila were. Divê em dawî li vê bêserûberiyê bînin.”
Herwiha berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî diyar kir, ku Vladîmîr Pûtîn ji peyamên Prigojîn hatiye agahdarkirin û hemû tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.