Hat îdiakirin ku Rûsya ji Tirkîye ra nexşerêyek pêşkêş kirîye, ku di demeke kin da ji Sûriyeyê.
Li gor nûçeya rojnameya El Watan, di hevdîtinên Astanayê yên ku îro dest pê kirin dê sibe jî wê dewam bikin.
Li gorî nûçeya BBCyê jî tê gotin, ku Moskow dixwaze Enqere û Şam nêzî hev bibin. Ji ber vê yekê jî wê ji bo vekişîna Tirkiyeyê ji Sûriyeyê nexşerêyek zelal daynin ber xwe.
Çavkaniyên ku ji El Watanê ra axivîn diyar kirine ku Şam ji diyalogê ra vekirî ye û ji bo vê jî divê alî hedefên zelal, çarçove û mekanîzmayeke diyalogê diyar bikin.
Li aliyê din, tê ragihandin ku di vê dawiyê da zêdebûna şerê di navbera artêşa Sûriyê û Heyet Tehrîr El-Şam û artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da, dibe ku nêzîkbûna Enqere û Şamê zehmet bike.
Di lûtkeya ku dê li Qazaxistanê bê lidarxistin, tê çaverêkirin ku aliyên beşdar hevdîtinên dualî û sêalî pêk bînin. Li gorî rojnamey El Wetan dê çavdêrên Urdun, Lubnan, Iraq û Neteweyên Yekbûyî jî beşdarî civînê bibin.