Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber hejariyê 31 hezar û 573 zarok neçar mane, ku kar bikin. Di nav 10 salên dawî da zêdeyî 100 zarokên ku bi torê tên xebitandin, di dema kar da canê xwe ji dest dane.
Li gor amarên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Wezareta Ewlekariya Kar û Civakî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di sala 2022an de 31 hezar û 573 zarok bi zorê hatine xebitandin. Ji bilî wan 3 hezar û 552 zarok jî neçarî parsekiya kolanê hatine kirin.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di sala 2022an da û di çarçoveya rûbirûbûna “karkerbûna zarokan” da, li ser 28 hezar û 21 zarokan lêkolînên zanyarî kom kirine. Li gor lêkolîna wezaretê di mehên Cotmehê û Kanûna 2022an da hejmara karkerên zarok zêde bûye.
Li gor rapora Encûmena Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karkeran (ISIG) jî di navbera salên 2013 û 2021ê da 102 zarokan xebatkar, di dema kar da canên xwe ji dest dane, ku ji wan zarokan 3 keç û 99 jî zarokên lawîn bûne.
Herwiha ji zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, 4 zarok 14 salî, 7 ji wan 15 salî, 35 ji wan 16 salî û 56 ji wan jî 17 salî bûne.