Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyê, Feyleq el-Şam û Ehrar el-Şerqiye, li nahyeya Raco ya Efrînê baca zorakî li ser welatî û bazirganên Kurd ferz dikin. Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dîyar dike, ku grûpa Feyleq el-Şam, bi qasî 100 dolar bac li ser her welatiyekî gundên Meydanayê sepandîye.
Sepandina bacê li ser welatî û bazirganên Kurd li Herêma Efrînê bûye diyardeyeke berbiçav.
Her grûbên çekdar li her bajarokî, bi nêzîkî hezar dolarî bacê li ser bazirganên Kurd disepînin, ku ew jî bi bihaneya firehkirina zindana wî bajarokî ye.
Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê radigihîne, ku grûpa Feyleq el-Şam jî, bac bi bihayê 100 dolarî li ser her welatiyekî gundên Meydana disepîne, da rê bide wan ku ew pelên mêwan ji zeviyên xwe biçinin.
Ji 20ê Çileya 2018an va ango bi dirêjahiya bêhtirî 5 sal û nîvê, grûpên çekdar li Herêma Efrînê hemû mafên kurdan bin pê dikin û ji ti aliyekî va rê li ber wan nayê girtin.