Berdevkê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Koşka Spî John Kirby di derbarê êrîşa ku Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê kiribû û 3 kesan canê xwe ji dest dabûn da axifî: Kirby di axaftina xwe da dibêje; „Li ser sînor pirsgirêka Tirkiyê ya ewlehiyê heye û em vê fem dikin. Lê divê Tirkiye jî fem bike ku em li Sûriyê çi dikin, ji bo çi wî karî dikin, bi kê re dikin û ji bo çi bi wan re dikin.“
Berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Kirby di berdewamîya axaftina xwe da dibêje; “Bi hevra karkirina di navbera Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wê li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê da dewam bike.
DAIŞ lawaz bûye, lê hê jî li Sûriye û Iraqê metirsî ye, ji ber wê jî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dê ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê karkirina bi HSDê re berdewam bikin.
Pirsgirêkên Tirkiyê li ser sînor hene.Tirkiye dibe qurbanê êrîşên terorîstî yên li ser wî sînorî, em vê yekê fam dikin. Herwiha divê Tirkiye jî me fem bike ku em li Sûriyê çi dikin, ji bo çi wî karî dikin, bi kê re dikin û ji bo çi bi wan re dikin.”