Artêşa Tirkiyê otomobîlek îro li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandorê yên ser bi Tirbespiyê va bombebaran kir. Di encama bombebaranê da 3 kesan canê xwe ji dest da ye, ku ji wan 2 kes jin in. Ji wan jinan yek Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, ya din jî cîgira wê Lîman Şiwêş e.
Herwiha di heman êrîşê da Hevserokê Kantona Qamişloyê Gabî Şemûn jî birîndar bûye.
Li gorî çavkaniyên herêmî bombebaran îro derdora saet 11:30an da pêk hatiye û di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê êrîşê da Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandibû, ku otomobîleke Rêveberiya Xweser li ser rêya gundê Til Şeîr ê ser bi bajarê Qamişlo va û ji aliyê droneke Tirkiyê va hatîye armanckirin û di encamê de 3 kadroyên Rêveberiya Xweser hatine kuştin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê êrîşa Tirkiyê şermezar kir û ji bo demildest rawestandina van êrîşan, bang li raya giştî ya cîhanê kir.
Di daxûyanîya HDPê da wiha tê gotin; “Em êrîşa bombeyî ya îro ya li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Lîma Derwêş û Firat Tûma şermezar dikin. Ev êriş yek ji rêzekuştinên dawî ye û îradeya gelê rojava kiriye armanc. Em ji bo demildest rawestandina van suîkastên ku li pêş çavê hemû cîhanê pêktên banga hestiyariyê li raya giştî ya cîhanê dikin.”