Parlamenterê berê yê HDPê Hasîp Kaplan serbestberdana Sirri Sureyya Onder û girtîbûna Selahattîn Demîrtaş weke „du standardî“ nirxand.
Hasîp Kaplan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyar dike, ku Sirri Sureyya Onder û Selahattin Demirtaş di heman rojê da li Stenbolê axivîne û parêzerên wan di heman demê da îtîraz kirine, Onder hatiye berdan Demîrtaş hê jî di girtîgehê da ye.
Herwiha Kaplan diyar dike, ku ew wek hiqûqnasekî vê yekê fam nake û wiha dipirse, „kesek dikare ji min ra îzah bike?“
Hasîp Kaplan di parvekirina xwe de wiha dibêje: “Wek hiqûqnasekî tiştekî ku ez fêm nakim heye, di Newroza Stenbolê ya 2023an da S. Demirtaş û S.S.Onder di heman rojê de li Stenbolê axivîn, heman parêzeran di heman demê da îtiraz kirin, S.S.Onder bi biryara Dadgeha Destûrê hate berdan, biryara Demîrtaş hate pesendkirin. Kesek dikare ji min re ev du standardîyê îzah bike?“
Kaplan di berdewamiya peyama xwe da du tiştên din jî dipirse, ku ew jî ev in:
Yek, kuryeyê HDPê yê bi MITê ra hevdîtin kir, kî ye?”,
Du, rastiya çareseriyê çiye îzah bike bes e..!