Hevserokên berê yên HDPê Selahattêb Demirtaş û Figen Yuksekdag, bi sedema ku di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê bikin, alîkariyeke baş wernegirtine, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn.
Dadegaha Mafên Mirovan a Ewropayê îro 6ê Hezîranê derbarê îtiraza Demirtaş û Yuksekdag de biryara xwe da.
Dadgehê diyar kir ku mafê Selahattin Demirrtaş û Figen Yuksekdag hatîye binpêkirin. Di biryarê da tê gotin ku Tirkiye li gor madeya 5ê û benda 4ê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.
Ev biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji aliyê 6 dozgeran ve hatiye qebûlkirin û tenê dozgera Tirk Saadet Yuksel li dijî wê biryarê deng daye û bi piraniya dengan ev biyar hatiye qebûlkirin.
Li ser hesabê HDPê jî di derbarê vê biyarê da peyamek belav hatîye belavkirin û di peyamê da wuha tê gotin: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê hevserokên me yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag da ku dîl tên girtin careke din biryar da ku mafê wan tên binpêkirin. Her roja ku hûn li gorî biryarên dagehê tevnegerin hûn tawanê dikin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cîbicî bikin, di serî da Demirtaş û Yuksekdag hemû hevalên me yên ku dîl girtîne, berdin.”