Niha jî em hatin beşa geştiyarî û turîzmê.
Bîlet û ticketên balafiran, firokeyan gelek biha ne. Ger li ser Tirkiyê û bi Turk Hava Yollari an jî bi Pegasusê bifirin, bîlet biçek erzan in.
Ber ku rêyên li ser Tirkiyê bo me girtîbûn, em ji Kolnê çûn Munixê (München), li wê firiyan Wiyana (Wien) û ji wê jî çûn Hewlêrê. Bîletek bi 700 Euro ne. Havînê ew dibin 800 an jî 900 Euro.
Dema li balafirgeha Hewlêrê peya dibin, derbazî kontrolê dibin û wîze (Visum) digirin. Heqê wîzeyê 70 Euro ye. Ger kartên banqeyan li ba we nebin, nikarin heqê wîzeyê bidin, ber ku nikarin bi pereyên di berika we de ne, wîze bistînin.
Ger bixwazin li otelan de bimînin, pêwiste cûzdana zewacê li ba we be. Hinek otel û findik vê cûzdanê dixwazin û cih nadin we. Bihayê şevêkê jî di otelek çar stêrk de herî kêm ji 50 Dolarî (70.000 Dinar) destpêdike û diçe.
Dema we odeyek li otelekî kirê kir, taştî di nav de ye. Sibê radibin û diçîn taştîyê. Tenê çay heye, dest ji qehweyê berdin. Penîr û mast hebin, ev nîşana şansa we ye. Ger hebe jî pênirên ku berê li balafiran de peşkeş dikirin, ev bi xwe ye û deh gram jî nake û nayê xwarin. Ji balcanên sor an jî xiyaran dest berdin, ber ku di menûyên wan de peyda nabin. Kab û kacax jî plastîk in, ber ku naxwazin kab û kacaxan bişon û xwe biwestînin.
Dest ji pakijîyê jî bikşînin û xwe newestînin. Di otelên çar stêrk jî, gemarî di înventera wan otelan de cih digre. Ode û jûr ne tên paqij kirin, ne jî bo her neferî pêşgîrek peyda dibe. Pêwîste du kes bi pêşgîrêkî re idare bikin.
Li Ewropayê bona ku li otelan de bixwebitin, însan sê (3) sal perwerde dibin. Lê li Kurdistanê însanên ku şevek jî di otelekî de nemane, wan îdare dikin û bi rê va dibin.
Xizmetkarên otelan biyanî ne; Bagladeşî, Pakîstanî, Hîndî û Malezyayî. Zimanê herî bi qîmet jî Erebî ye. Televizyon hene, lê kanalên Kurdî yan nîn in, yan jî hûnê zext bikin ku, kanalên Kurdî bên nîşandan.
Ger dixwazin Kurdistanê bigerin, pêwîstiya we bi erebeyek, seyyareyek heye. Kirêyê wan jî ji 50 Dolarê (75.000 Dinar) destpêdike û diçe. Ser de jî temînat, kapora didin; ev jî bi kêmasî 100 Dolar e. Mukavele bi zimanê Erebî ye. Qet tiştek famnakin. Dema ku we erebe teslîm kir, kapore û teminat şûnda nadin. Dibên du (2) meh şûnde emê bişînin ser hesabê we. Paşê hûn wegeriyan şûnda jî, dest didin ser kapore û temînatê. Bona vê jî, pêşniyara min ev e ku, hûn erebe li ser Kurdekî wê derê kirê bikin, wê gelekî baş û hêsan be.
Bihayê lîtreyek benzîn bi 850 Dinar e (60 cent). Dibe ku ev bo me, însanên ku ji derva diçin, kêm û erzan be. Lê bo însanên me yên ku li wê derê dijîn, gelek giran e.
Kurdistan war û cihê petrolê ye. Lê sî sal e ku ev mesele, ev pirsgirêk çareser nebûye û xelk bi 850 Dinaran lîtreyek benzîn dikire.
Xweza û siruşta me bihuşt û cennet e û Başûr jî welatê me ye, her çiqas em Kurdên Bakûr ji aliyê şurte û peşmerge û muçexarên seytereyan wek Tûrkîîî, bên binavkirin jî!
Kurdistan sî sal berê weran bû, ne gund û ne jî bajarok mayîbûn. Çiya û banî rût bûn, tenê li çend mintiqe û navçeyan dar û daristan hebûn. Bi saya rêvaberên Kurdistanê, welatê me niha bi hêşînahiyê xemilandiye û bûye bihûşt!
msahin1@web.de