Sê bajarên me yên mezin hene: Hewlêr, Silêmanî û Duhok û gelek bajarok. Her yek ji wan xwedî dîrok û qerekterek bû û mîmariya wan jî taybet bûn. Sî sal berê ew ne ewqas mezin bûn. Niha her yek ji wan sê-çar car mezin bûne.
Duhok, wek Duhoka rengîn dihat binavkirin. Niha Duhok dîsa rengîn e, lê tama bajarê kevn nemaye, mîmariya kevnar bi ya “modern” têkel û tevlihev bûyê û bajarek melez jê peyda bûye.
Hewlêr bajarek dîrokî ye û temenê wê digêhêje heşt hezar salan. Xwediyê mimariyek taybet bû; xaniyên yek qati û bi hevş û bexçe. Niha Hewlêr gelek mezin bûye û ev xanîyên taybet cihê xwe dane otel û avahiyên 10 an jî 15 qatî.
Kevn û nû di nav hev de ne. Kes nabêje, avahiyên nû çê nebin. Bila avabin, cih û şûn hebûn. Li qerexa bajarê kevn, dikaribûn taxên nû avabikin û qerektera Hewlêrê ya taybet biparêzin.
Tama qele û citadellaya Hewlêrê nemaye. Berê xanî û mal hebûn, jin û zarok şên dikirin sûk û caddeyên qeleyê. Niha citadella di bin çavderiya UNESCOyê ye. Pere tên bo restorasyonê, lê rewşa qeleyê ji ya sî sal berê jî xirabtir e. Bêxwediye citadell. Heyf e, guneh e!
Li Hewlêrê pêwîste taxa Xiristiyanan bê ditîn, Enkawa, taxa konsûlxaneyan, taxa dezgehên navnetewî. Ev der hem paqij e, hem jî jin di jiyanê de beşdar in, taxek wek taxên bajarên Ewropayê ye.
Silêmanî jî wek Duhok û Hewlêrê bûye. Dewlemend û olîgarşên me yên nû û çavbirçî dixwastin Dubaiya duwêmîn li Kurdistanê avabikin û bala biyaniyan (Ereb) bikşînîn. Niha sê Dubaiyên melez û tevlihev hene, kevn û nû, dîrokî û modern di nav hev de ne, bê nasname û bê şexsiyet!
Sî sal berê hejmara erebe û seyyareyên ku li Kurdistanê bûn, dora sed hazarî jî nebûn. Niha bajar bi erebe û seyyareyan dagirtiye û hejmara wan jî ji sê milyonî kêm nîne. Li Hewlêrê ji egsoza, dûmana erebe û seyyareyan meriv nikare ezman bi hêsanî bibîne û difetise. Bawer dikim zivistanê bi dûmana sobe û kaloriferan hawayê bajaran hên jî xirabtir dibe.
Li nav û keleka bajaran de iskeletên avahiyên nû gelek in. Her yek ji wan 10-15 qat in, lê nehatine temamkirin, ber ku pere nemaye û çend sal in ku dirizin û tehrîb dibin.
Kurd gelekî xizan û feqîr e. Ew bi alikariya erzaqên ku ji aliyê UN (Netewên Yekbûyî) tên belavkirin, îdare dikin. Kargeh û fabrika tûne ne û ji ber vê jî ciwan, keç û xort dest ji welatê xwe berdidin û xwe davêjin nav behr û deryayan, tên li ser sînorên Belarûs û Polonyayê dicemidin û canê xwe didin. Xweziya li cihê avahiyên bê mane, atolye, kargeh û fabrike bihatine avakirin û cihên kar û xebatê bo ciwanan bihatine çêkirin.
Bazar û çarşî bi mal û kelûpelan tijî ne û her tişt peyda dibe. Bi temamî her tişt ji derva tê, ne tenê alavên teknik û makîne, lê xwarin û vexwarin, sewze û fêkî jî; ji Tirkiyê, Iran, Kore û gelek welatên din. Bihayê gelek tişt û kelûpelan wek ya Ewropayê ne û gelek giran in.
Produksiyon û îmalat nayên kirin. Tenê ticaret, kirin û firotina alav û kelûpelan. Dûkkan û tamirxane hene, wek sî sal berê mane. Ne kes alikariya wan dike, ne jî kesek ji wan tiştek dikire.
Zarok hene, wek 30 sal berê li ser rê û otobanan. Fêkî, av, gîha û pûng difiroşin li ser rêyan, bona ku du qirûş bibin malê û alîkarbin bo debara malbatê.
Center, navendên taybet peyda bûne, center û navendên kozmetik û “bedewiyê” (Beauty Center). Keç û jinên bedew û ciwan lev û hinarokên xwe botoks (Botox) dikin, diperçivînin û pozê xwe jî biçûktir dikin. Mudawîmên wan center û navendan jî ne kêm in û piştî amaliyatê jî hemû wek hev xûyadikin. Ev center jî tim tijî ne û bi şev û roj dixebitin.
Cil û bergên Kurdî kêm bûne, cihê xwe dane ya “modern” û “nûjen”. Cilên Kurdî bo jinan êdî li bazar û dukkanan de peyda nabin. Pêwiste bên dirûtin. Lê yên mêran hên jî li hinek cihan peyda dibin. Bihayê katek cilûbergên Kurdî ya rojane ji 50.000 Dinar (35 Dolar) destpêdikin. T-Shirtek bi 20 – 30 hezar Dinar e (15-20 Dolar); kebabek 10 Dolar.
Dema ku muçe û maêşê peşmerge û mamosteyekî li dora 500.000 Dînar (350-400 Dolar) be, dema ku muçexarek, memûrek 30 sal xebitiye, 600 Dolar mûçe bistîne û xwarinek bi 10 Dolar, qehweyek bi çar-pênc dolaran be û dema ku oligarşek di rojekî de 10 an jî 20 hezar Dolar serf bike, kes nikare garantiya dûweroj û siberoja Kurdistanê bide! Çiqas Emerikî, Ingilîz û Fransiz bixwazin jî! Ew îro hene, sibê jî kes nizane, berjewendiya wan, ji wan çi bixwaze û li ku bin!
msahin1@web.de