Başûrê Kurdistanê di xetereyêk mezin de ye. Xelk û însan ji partiyên sereke bêzar bûne. Di nav sî salan de zumreyek, komek însan gelek dewlemend û piraniya xelkê jî xizan û feqîr bûne. Sî sal berê însan azad, vekirî û sekûler bûn. Kes kesî aciz nedikir, ne ji aliyê ol û diyanetê, ne jî di şêweya jiyanê de.
Însan û zûmreyek dewlemend û neditî peyda bûye. Li ba wan çand, kultûr, fedîkirin û exlax, adet û orf nema ne. Sifatên wan bi gendelî, sextekarî, dizî tên bi navkirin. Bi hêz in, pişta xwe dane partiyekî û kes nikare tiştekî jî bêje.
Bi hêz in, ber ku pere, siyaset, çek û sileh di destên wan de ne. Ger pere, siyaset û sileh di destên komek însanan de bin, ew kom wek olîgarş tê binavkirin.
Law û zarokên kadir û berpisiyarên her du partiyên sereke û desthilatdar, qestek, grupek, komek olîgarş pêk tînin. Serok û kadirên partiyên ku sî sal berê serê çiyan bûn û qet tiştek wan jî nebûn, niha xwediyê bi hezeran, dehhezaren donim ax, arse û bi sedan avahî ne, hem jî di nav bajaran de.
Herin bajaran temaşe bikin. Li ku têl û du car duwar hatine kişandin, li ku noqteyên çavderiya eskerî hene, ew der ya berpisiyarekî partiyekî ne. Ev bi hezaran donim ax, arse û bi sedan avahî ji bavê wan wek mîrat, mîras nema ne. Paşê bi darê zorê li ser xwe qeydkirine û bûne dewlemendên nû yên çavbirçî û neditî. Kes jî napirsî, ma ewqas milk ji ku hat?
Herkes jî dizane ku, ji bav û kalên wan xeynî birno û mavzerek, kalaşnikof û rextek, xençer û dûrbînek qet tiştek neketiye para wan. Lê niha ji oligarşên Rusyayê û Mîrên Erebistan û Emiratê jî dewlementir in!
Niştimanperwerî, welatparêzî her çûye heliyaye! Nifşek nû peyda bûye, nifşek, generasyonek apolitîk. Ciwan in, keç û xortên nûgihane. Bist sal berê li Ewropayê jî peyda bûyîbûn. Li Almanya bo wan “Null-Bock-Generation” dihat gotin. Xêynî xwarin, vexwarin, cil û berg û înternetê qet tiştek bala wan nedikişand. Ev generasyon, piştî 20 salan li Kurdistanê jî peyda bûye. Haya wan ji Halebce nîn e. Nizanin çi li ser Êzidiyên Şingalê hatiye. Bêhay in ji parçeyên din ên Kurdistanê.
Niştimanperwerî, welatparêzî her çûye heliyaye û li cihê wê ol û dîn bi hêz bûye, hem jî bi destên partiyên ku bi dehhezaran cangorî dane. Sî sal berê li her gundekî de mizgeft nebûn. Oldarên dilsoz di malên xwe de nimêj dikirin. Lê niha li her gund û li ser her rê û otobanan de rastî mizgeftên wek hev hatim. Mîmariyek beredayî û bê qerekter. Faris û Ereb pere dane û yên me jî çêkirine.
Di nav sî salan de tesîra Îslamê gelek zêde bûye û gel û însanên sekuler dîl girtî ne, nikarin li gor dilê xwe bijîn. Dema ku derdikevin derve, xwe şididin. Jin di jiyana civakî de ne beşdar in, tenê di dema bi malbata xwe ve derdikevin seyranê, azad û serfiraz in.
Sî sal berê alkol li her bajarekî de peyda dibû û kes jî midexele nedikir. Niha, sî sal şûnde di otelên çar û penc stêrk jî alkol peyda nabe. Li gelek otel û findikan de cûzdana zewacê tê xwestin. Ger cûzdana zewacê li ba we nebe, nikarin bi jin an jî bi merê xwe ve di otelekê de bimînin.
Berê, sî sal ber vê, Ereb li Kurdistanê nebûn. Niha însanên herî meqbûl, Ereb in. Di otelan de qiymeta zimanê Erebî ji ya Kurdî zêde ye. Televizyonên otelan bi piranî kanalên Erebî nîşan didin. Ereb, mal, koşk, avahî, erd û arse dikirin, hem jî bê qontrol û bê midexele.
Li ser riyan, di paqijîyê de, li otel û kargehan de, di mal û koşkên dewlemendên nû de biyanî dixwebitin; biyanîyên ji Pakistan, Bangledeş, Hindistan, Maleyza û Filipinan û ew wek însan nayên hesibandin.
Biyanî gelek in, hêjmara wan, bawer dikim hukumet jî nizane, çiqas in, rewşa wan çi ye û çi dikin. Parya ne, paryayên dewlemend û oligarşan!
Sêwî jî hene li Başûrê Kurdistanê. Sêwî jî em in, însanên ji parçeyên din yên Kurdistan; ji Rojhilat, Rojava û Bakûr. Wek însan û wek Kurd nayên hesibandin. Kolonî peyda bûne; koloniyên Bakûrî, Rojawayî û Rojhilatî. Em wek Tirk tên binavkirin: Tirkîîî, wek kifr û nifir!
Lê Ereb maqul û li ser seran in. Erebên ku enfal pêk anînê, bi sedhezaran Kurd kuştîne; Erebên ku cihad li ser Êzîdiyan îlan kirine û koka wan anîne!
Sî sal e ku partiyên me yên sereke li başûr ne bi hevra ne.
Parlamentek heye, lê bê hukm e.
Hukûmetek heye, lê du beş e.
Kurdistanek heye, lê sê perçe ye.
Perçeyek di bin qontrola Partî, yek bin qontrola Yekitî û ya sêwemîn jî di bin qontrola Baxdayê.
Gelek heye, lê piştî sî salan hên jî têkel nebûye, nebûye netewek yekgirtî!
msahin1@web.de