Encûmena Nûnerên Amerîkayê di çarçoveya gotûbêjkirina bûdceya berevaniyê ya sala 2024ê da madeyek pesend kir, sîstemên berevaniya asmanî ji bo Hêzên Pêşmerge dabin bike.
Pêşnûme ji aliyê endamê Kongreyê yê Komarî Don Bacon va hat pêşniyar kirin. Dûra bi piraniya dengan li Encûmena Nûneran hat qebûlkirin.
Bacon ji medyaya Brîtanî ra dibêje, ku mijara dayîna sîstema berevaniya esmanî ji bo Pêşmerge ji aliyê her du partiyên di kongreyê da bi awayekî bihêz tê piştevanîkirin. Lê divê Kongresa Amerîkayê, her du aliyên Encûmena Nûneran û Senato vê gavê bipejirînin.
Bacon di derbarê pêşniyara xwe da dibêje, ku ew dê daxwaz ji rêveberiya Amerîkayê bike ku planeke kar ji bo perwerdekirina Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê amade bike, li hember mûşek û firokeyên bê firokevan ên Îranê.
Medyayên rojavayî dibêjin, hewla endamên Kongresê bo dabînkirina sîstemên berevaniya esmanî bo Hêzên Pêşmerge di ew demê da ye ku Herêma Kurdistanê di dema borî da rastî êrişên mûşekî û firokeyên bê firokevan ên Îran û Tirkiyê hatibû.