Derhênerê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl li Hewlêrê di pêşandana fîlma xwe ya bi navê “Cîran .Nachbarn” da axifî û got: “Ez dibînim eleqeyeke baş bo fîlmên me hene, gelo çima li Kurdistanê fîlmên Tirk û Ereban tên pêşandan ên kurdî neyên pêşandan.”
Fîlma “Cîran” a Mano Xelîl ku heta niha beşdarî 180 festîvalên fîlman bûye û 68 xelat wergirtine. Cîran li peytaxta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê cara yekem bi sponseriya Enstitutya Goethe ya Almanî hat pêşandan.
Derhênerê Kurd Mano Xelîl jî di dema pêşandana fîlmê da amade bûye û di derbarê pêşandana filam xwe da wiha gotîye: “Ez dibînim ciwan û xelkê me bi çi kêfxweşiyê li fîlmê temaşe dikin. Ez dibêjim ji bo çi filmên me li Kurdistanê neyên nîşandan û fîlmên Tirk û Ereban an jî yên Amerîkî nîşandan. Em dê kengê û çawa û bi çi rengî fîlmên xwe bigihînin miletê xwe yê Kurd. Em çand û kultura Kurdî nîşan didin. Dema Aslîka Qadir di fîlma min a “Welatê Min Kurdistan e” da distirê xelk radibin ser pîyan.”
Fîlma ‚Cîran‘ a ku ji bilî derhêneriyê herwiha sernorya jî ji aliyê Mano Xelîl va hatiye nivîsandin. Mijara filmê ji çîroka zarokekî Kurd pêk tê, ku ew di salên 1980î da li gundekî sînorî yê Rojavayê Kurdistanê jiyaye.
Di fîlmê da hejmarek lîstikvanên Kurd, Ereb û yên cîhanî dilîzin. Ji wan lîstikvanan yek jî Heval Nayif e.
Aktorê Fîlma Cîran Heval Nayif di derbarê filme da wiha dibêje: “Bi her awayî fîlmeke Kurdî bû. Fîlm li ser çîrok û jiyana Kurdan a sed salên borî ye, bi taybetî li ser perçekirina Kurdistanê ye. Tişta xweş ew e ku fîlm li hemû cîhanê gerya. Girîngiya fîlman jî ew e ku xelk bibîne.”
Rêvebirê Enstitutya Goethe ya Almanî Ana jî di derbarê pêşandana filme da wiha dibêje: “Ev pêşandana filma Cîran a Mano Xelîl beşek ji programeke me ye. Me mamoste, derhênerên profesyonel û xwendekar 10 rojan li hev anîne û bi hev ra li ser hilberîn, montaj û derhêneriyê dixebitin. Nîşandana vê fîlmê di çarçoveya çalakiyekê da ye. Mano Xelîl yek ji mamostayên vê bernameyê ye, lewma em fîlma wî nîşan didin, ku film yekem car li Hewlêrê tê nîşandan.