Gelek caran çûm başûrê welêt. Cara yekan di Gulana 1992an, di dema hilbijartina Parlamenta Kurdistanê çûm û min axa pîroz û bi xwîna sedhezaran cangorîyên Kurdistanê hatiye avdan, dît û bûm Hecî. Wê çaxê serokê KOMKARê bûm û bi dehan parlamenter û nûwênerên dezgehên sîvîl ve bo çavdêriya hilbijartinê çûyibûm. Paşê di Tebaxa 1992an de bo beşdarbûna kongreya Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) min Başûr dît û ji Mijdara 1992an heya Hezîrana 1993an jî dora 7-8 mehan li Başûr mam.
Paşê deh sal ket navbêrê. Piştî ku rejima Saddamê Xwînxar rûxiya û ev hên nehatîbû girtin, di bihara 2003an de bi Kek Veysî Pirinç bo projeyek mîrovî bi hevra çûn Başûr û bi erzaq alikariya gundiyên der-dora Maxmur, penaberên Rojhilata Kurdistanê, reben û belangazên Hekkariyê ku derbazî Başûr bûyîbûn û Kampa Maxmûr diman û Xiristiyanên Alqoş û Karaqoş kir û me derman jî bir çend nexweşxaneyan û li gûndên Çemçemal û Teqteqê jî bîr koland, bona ku gundiyên wedigeriyan ser axa xwe, bê av nemînin.
Piştî vê du (2) sal derbazbûn. 2005an bo konferensek Enstitûya Kurdî ya Parîsê bi Prof. Dr. Andreas Buro çûm û çend roj li başûrê welatê xwe mam. 2006an jî bi birayê xwe Huso re bo çend rojan çûn Hewlêrê. Huso dixwest, ku balafirên Ewropî sefera Kurdistanê bikin û geştiyarî geş be. Bo vê jî projeyek amadekirîbû, li Ewropa hertişt hazir kiribû û şirîkek, ortaxek jî li Başûr peyda kiribû. Ji hukumet û dezgehên başûr jî di aliyê darayî de tiştek nedixwest, tenê nebin asteng û pirsgirêk dernexwin. Lê nebû. Destdan projeya Huso û teslimê mesulê gûmrika Ibrahim Xelil (Ebû B.) kirin, ku bi giregirek partiyekî ve girêdayîbû. Bi hezaran Euro mesref berhewa bûn û destdan ser projeyê.
Di sala 2015an jî dîsa bo hefteyekê derbazî Başûr bûm. Vê carê jî ji 14 heya 24ê Gulana 2023an, bo xatirê hevjîna xwe, Gulê, bo deh rojan çûm geştiyariya başûrê welatê xwe. Sîûpênc (35) salin ku em zewîcîne û ev gera me ya taybet jî xelatek bû, ji aliyê fêkiyên me, Rênas û Zana.
Di salên 1990î de Kurdistan wêran bû, pênc hezar (5.000) gund û bi dehan bajarên biçûk hatîbûn rûxandin. Xelk pêrîşan bû. Di navbêra 1992an û 2003an, ku Kurdistan rizgar bû û rejima Saddamê Xwinxar ruxîya, gelek gund û bajarên biçûk ji nûva hatin avakirin û çêkirin û her ûsa hemû dezgehên dewletê, kesr û koşkên Saddam ketin bin kontrola partiyên Kurd. Kurdistan rizgar û gelê Kurd jî azad bû. Hukumetek pêkhat, lê desthilatdarî di destên du (2) partiyên sereke de man. Hukma parlament û hukumetê qet nebû. Îro, piştî 30 salan jî hên parlament û hukûmet bê hukm in, tesîra wan nîn e. Û hên çend roj berê li parlamentoyê de serê hevûdu şikandin û xwîn rijandin.
Sî (30) sal berê, di sala 1992an de Kurdistan di bin qontrola Berêyê Kurdistanê bû. Li ser rê û pêşiya gund û bajaran de seytere, check point hebûn, lê ev bo ewlehiya niştecî û xelkê bûn û gel jî razîbû. Di navberê de sî sal derbazbûn. Sî sal e ku hukumetek hevbeş heye, lê Kurdistana Başûr niha dubeş e, du perçe ye. Kadro û kadirên Partî nikarin bi dilrehetî derbazî mintiqe û heremên Yekitî bin. Her ûsa aligir û kadirên Yekitî jî ditirsin ku derbazî herema Partî bin. Di navbera her du herem û perçeyan de qontrol hene. Qontrol û check pointên ku dişibin check pointên navbera Israil û Filistîn. Yên wan bi yasa û qanûnan pêk tên, yên me bi biryara partiyan û li gora muçexar û memûrên wan. Ger rojek baş e, deh roj jî xirab in, bê yasa û bê qanûn!
Hukumet û parlamentek heye, lê Kurdistan du beş e. Dema ku însan an jî bargir û kamyon derbazî heremek din dibin, gûmrik û kontrol hene. Bi dehan, bi sedan kamyon di rêza de ne û di destên şofor û saikan de jî qaxizên gûmrikê hene û bi saetan dora xwe ya derbazbûyînê dipên.
Ev e rastiya me ya tirş û tahl, piştî sî salan.
Sed car, hezar car heyf!
Kî dikare bêje ku em netewek in û ferq di navbêra me nîn e û hukma partiyan nema ye?
08.06.2023
msahin1@web.de