Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên siyasî hene lê weke Serokatiya Herêma Kurdistanê hewl dane pirsgirêkan çareser bikin û bibin sîwanek ji bo komkirina aliyên siyasî û anî ziman, “Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku hilbijartin zêde neyên paşxistin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî Foruma Iraqê bû û di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axifî. Barzanî di axaftina xwe da got; “Min erkê xwe bi cih anî û bang li aliyên siyasî kir ku li gorî dema diyarkirî tevbigerin. Li Serokatiya Herêma Kurdistanê hemû hewlên me ji bo wê ye ku hilbijartin zêdetir neyên paşxistin. Divê em ji bo ew ên kêşeyên wan hene Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin sîwanek û rola xwe de berdewam bikin.”
Nêçîrvan Barzanî di derheqê boykota YNK ya civînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da jî wuha got; “Derketina tîma YNKê ya ji hikûmetê pêngaveke ne rast bû. Ji ber ku YNK pêkhateya sereke ya vê hikûmetê ye. Serok Mam Celal û Serok Barzanî piştî lihevkirinê gavên mezin avêtine, YNK bi derketina ji hikûmetê ne xizmet ji YNKê ra ne jî ji gelê Kurdistanê ra kiriye.”