Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo komcivîna zimanê Kurdî peyamek da û di peyama xwe da dibêje, ji bo wan zimanê Kurdî xeta sor e û ew dê tu caran bi hikûmeta Sûriyê ra bazarê li ser zimanê Kurdî nekin.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe da behsa giringiya ziman dike wuha dibêje: “Mirovahî bi ziman dest pê kir, civak bi pêşketina ziman ra pêşket, netew bi ziman bûne netew û îro jî gelek mijarên esasî yên ku niha pirsgirêkên civakî ku hene, di aliyekî nêzîk da bi mijara ziman va girêdayî ne.”
Ebdî di derbarê rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, bi taybet di wan salên dawî da ku Rêveberiya Xweser hatiye avakirin da jî dibêje: “Me di pêvajoya şoreşê da fêm kir ku bi rastî têkilyeke zaf mezin di navbera ziman û azadiyê da, di navbera ziman û demokrasiyê da, di navbera ziman û civakê da heye. Di şoreşê da di kîjan alî da ku me gavên xwe avêtin pêşî mijara ziman hat pêş me, weke pirsgirêkeke esasî bû, diviya bihatiba çareserkirin û ez wê jî bi rihetî dikarim bibêjim, di pêvajoya şoreşa me ya dirêj da her ku çû mijara zimanê Kurdî bêtir cihê xwe girt. Herwiha bêtir jî pêwîstiya bi ziman hat hîskirin û em gihîştin vê qenaetê ku eger em di şexsê xwe da, di nav rêxistina xwe da û di nav karê xwe da eger ku em ziman pêş nexînin, em dê nikaribin di nava civakî da, di şoreşê da pêş bixînin. Ji bo vê jî her ku çû, giringiya ziman xurttir bû. Loma ji bo me zimanê Kurdî xeta sor e û em dê tu caran bi hikûmeta Sûriyê ra li ser zimanê Kurdî bazarê nekin.“
Mezlûm Ebdî destnîşan kir, ku dibe ku ew di warê siyasî da hinek tawîzan bidin, lê di warê perwerdeya bi zimanê Kurdî da ew dê tu caran tawîzan nedin.
Mezlûm Ebdî wek gotina dawî dibêje; „rastî tahl e, lê divê mirov bêje, hîn di nava civakê da daxwaza li ser zimanê Kurdî kêm e. Em ji xelkê Rojavayê Kurdistanê dixwezin ku giringiyê bidin zimanê Kurdî ku berhemên bi Kurdî zêde bên pêşkêşkirin.“