Li Rojhilata navîn û bi taybetî li Tirkîyê, di dema hilbijartinan da, ji bo deng û alîkarîya partîyan pir kes hevdu bi peyvên xirab sûcdar dikin. Lê ji sîyasetmedarên tirkan zêdetir, gotinên sîyasetmedar û gelê kurd bala mirovan zêde dikişîne. Partî û sîyasetmedarên tirkan li ser pirsgirêkên xwe yên neteweyî disekinin û projê xwe tînin ziman. Lê tu partî û sîyasetmedarek tirk, nabêje kesên deng nedin me, bênamûs in.
Mixabin partî û sîyasetmedarên kurdan wek tirkan tevnagerin. Wek mînak kurd bi peyvên xirab hevdu sûcdar dikin. Heta li ser sosyal medyayê xwedêgiravî kesên xwe wek rewşenbîrên Kurd dihesibînin, di malperên parti û rêxistinan da, li dijî hev heqaretên mezin dikin. Her yek dibe alîgirê partiyek û ji murîdên partiyan zêdetir gotinên bêrûmet ji hevra dibên.
Piranîya wan kesan dibêjin ku heger hûn dengê xwe bidin filan partîyê hûn birûmet in. Heger nedin filan patîyê jî hûn bênamûs in.
Yekemîn, herkes bila başbizanibe, îro li tirkîyê hilbijartin, ji bo parlamentoya tirkan û ji bo yekitîya miletê tirk û berdewamîya komara demokratîk e.
Duyemîn, ji bo Kurdan bi deng û tercîh kirina partîyan mirov ne dibe bênamûs û bêrûmet, nejî dibe xwedî namûs û xwedî rûmet. Ji ber ku dengdan tercîhekî sîyasî û şexsî ye.
Lê ji bo kurdan taybetîya hilbijartinê wek referandûma serxwebûn û azadîya kurdan be mirov dikare bêje, dengê mirov dibe rûmeta mirov û gel.
Wek mînak, li Başûrê Kurdistanê çend sal berê, hilbijartina ji bo serxwebûna Kurdistanê bû. Dengdana erênî helbet birûmet bû. An jî îro li Başûre Kurdistanê Parlamentoya bi navê Kurdistanê heye, ew ji 111 parlamentera bi dengê gele kurd û gelên heremê ten hilbijartin. Bi taybetî, ji bo parlamentoya Iraqê jî, 53ê parlamenter hatine hilbijartin û temsîla miletê kurd dikin. Mirov dikare bêje li Başûrê Kurdistanê kesên dengê xwe bidin partîyê Ereban ew bêrûmetin. An jî ew kesên ji bo hilbijartina serxwebûna Kurdistanê dengê xwe nedane, bênamûs û bêrûmetin.
Li Bakurê Kurdistanê ne federal ne jî bi navendî ji bo kurdan temsîlîyetekî parlamenterîyê tûne. Ji bo wê jî Kurd ne mecbûrin dengê xwe bidin partîyên dikevin parlamentoya yek reng û yek dengê komara kemalist.
Ji ber ku di parlamentoya kemalist da hê navê Kurd û zimanê kurdî qedexeye. Piştî hilbijartinê parlamenter li ser yekitîya tirkîyê, li ser yek milet û ji bo pêşketin û berjewendîyên miletê tirk û li ser parastina komara kemalîst sond dixwin.
Ji ber van sedeman kurdên dengê xwe bidin wan partîyên navên wan kurd, nabin xwedî namûs û rûmetê. Wekî din kesên dengê xwe nedin wan jî nayê wê wateyê ku, ew jî nabin bênamûs û bêrûmet.
Dema mirov propogandayên li ser hilbijartina dişopînê, pir xemgîn dibe. Ji ber ku li ser dengê 30 mîlyon kurdan bê alternatîfî û bêçaretî yê dibîne.
Gotina dawî, welhasil partîyên li bakurên Kurdistanê li ser hîmê kemalîzmê hatine damezrandin. 50 sal derbas bû, bi miletê kurd ra êş û bedelên mezin dan, cardin zivirîn ser hîmê Kemalîzmê.
Sed heyf ji bo kesên kuştî û yên di zîndanan da.
01.05.2023