Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got; “Ew Tirkiya ku ez ji Yunus Emre û pîrika xwe fêr bûme çiqas pîroz be, ew Kurdiya ku zarokekî li peravên Gola Wanê ji Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û pîrika xwe fêr bûye hewqasî pîroz e.”
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu tevî berbijêrê herêma 3ê yê Stenbolê Fevzî Donat beşdarî civîna nûnerên rêxistinên sivîl û pêşengên olî bû û li wir axifî.
Ahmet Davutoglu di axaftina xwe de behsa mafê Kurdan û zimanê Kurdî kir û wuha got: “Zarokekî Turkmen ku li quntara Torosan ji dayîk bûye maf û hiqûqê wî çibe, zarokekî Kurd ê ku li Hakkarî, Diyarbekir û peravên Dîcleyê ji dayîk bûye maf û hûqûqê wî heman tişte, ne kêm ne jî zêde. Ew Tirkiya ku ez ji Yunus Emre û pîrika xwe fêr bûme çiqas pîroz be, ew Kurdiya ku zarokekî li peravên Gola Wanê ji Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û pîrika xwe fêr bûye hewqasî pîroz e.”