Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senato ya Amerîkayê Bob Menendez ragihand ku pêwîst e Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hember NATO û cîranên xwe dest ji helwestên xwe yên dujminkarane berde, ku ew jî liser firotina balefirên F-16 razî bin.
Bob Menendez di derbarê mijarê da ji Reutersê ra wuha gotîye; gotîye, „Em dixwazin wê yekê bizanin, ka Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê çawa were guhertin. Ger ku Erdogan bixwaze were guhertin ew amadene bo wî re gotubêj bikin, lê eger weke xwe bimîne yan xiraptir bibe, em jî dê li ser nerîna xwe ya berê berdewam bin. Ji bo firotina F-16an ku em ne tenê endambûna Swêdê ya di nava NATOyê da weke mercpêdan qebul dikin. Gelek pirsên din jî hene ku pêwîst e Tirkiye wan li ber çavan bigire, ku ew jî pirsa zîndanîkirina rojnemavanan û binpêkirina mafên mirov û derbaskirina sînorê asmanî yê Yunanistanê ne.”