Berbijêrê Partiya Çepên Kesk Azad Bariş diyar kir, ku ger partiya wan di hilbijartinê da hêzeke baş bi dest bixe ew dê makezagona Tirkiyeyê ji binî va biguherînin, xweseriyê ava bikin, êrîşên li ser Şengalê rawestînin û Efrînê jî paşva bigrin.
Li ser pirsa nûnerê Rûdawê, ku ji Azad Bariş dıpırs; “Ger partiya we di hilbijartinê de hêzeke mezin bi dest bixe hûn ê çi bikin?“
Azad Bariş bersiva xwe wuha dide; „Amed xurt derkeve dê hemû Kurdistan xurt bibe. Pêlên wê dê hêdî hêdî bide tevahiya Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em ji bo Amedê dibêjin 12 û sifir. Ji ber vê yekê Amed çiqas xurt be kurd dê li ser maseyê ewqas xurt rûnên. Em bi kurdî dibêjin ya dê karibin hitûlka xwe li maseyê bixin û mase bihece. Ji ber vê yekê xurtbûna vê derê dê herçar perçeyên Kurdistanê xurt bike. Yanî êrîşên li ser Şengalê em ê bisekinînin. Ku bi awayeke kolonyal ketine Efrînê û dilê me xwîn kirine, em ê wê derê dîsa şûnda bistînin. Ev hemû li ser maseyê ne û ev projeyên me ne. Yanî her tiştên gelan ji bo me muqades e. Lê belê ev têkoşîna ku kurd didin em bêxwedî nahêlin. Rast e em ne partiyeke kurd in, em partiya Tirkiyeyê ne, lê belê di nava vê partiyê de hêzeke mezin a kurdan heye. Em jî hevparên wê derê ne û em ê van karan pêk bînin.”