Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Kobanî derbarê êrişa ser Firokxanyea Silêmaniyê da daxûyanîyek da û got, “Em bi tundî armanckirina firokexaneya Silêmaniyê ya ku ji aliyê Tirkiyê va hatîye kirin, şermezar dikin. Ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û li ser herêmê jî xwedan aliyekî metirsîdar in.”
Di roja 7ê Nîsanê da li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê êrîşek pêk hat. Tê îdiakirin ku armanca teqînê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî bû ye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî êrîşa li nêzî Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.
Mazlûm Kobanî di daxuyaniya xwe da êrîşa li firokexaneya Silêmaniyê şermezar dike û wiha dibêje “Em bi tundî armanckirina firokexaneya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar dikin, ev binpêkirin li Iraq û Sûriyê berdewam in û li ser herêmê jî xwedan aliyekî metirsîdar in.”
Fermandarê HSDê di derbarê helwsta YNK da jî got, “Helwesta niştimanî ya YNK’ê ya ji bo piştgiriya birayên xwe yên li Sûriyê, Tirkiye nîgeran kiriye.
Em dê peywendiyên xwe bi birayên xwe û hevalbendên Silêmaniyê ra berdewam bikin. Li hember êriş û binpêkirinan em bi wan ra û di heman eniyê da ne.”
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê jî di derbarê êrîşa li ser Silêmanîyê da wiha radigihîne, “Em piştrast dikin ku roja Înê li Silêmaniyê êrîşî karwaneke otomobîlan hat kirin. Di nav wê karwanê da leşkerên Amerîkî jî hebûn, lê ew hemû silamet in û niha li ser êrîşê lêkolîn têne kirin.”