Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesabê xwe yê Twitterê bi serenava “Kurd” videoyek belav kir. Kiliçdaroglu, di vedeoyê da desthilata AK Partiyê bi tohmetbar dike û dibêje, ji bo çend dengan miemeleya terorîstan li Kurdan dikin.
Kiliçdaroglu bang li Tirk û Kurdan dike û wuha dibêje dibêje: “Di salên dawî da kengê em behsa hilbijartinê bikin, Koşk kengê ku dibîne dê di hilbijartinê de têk biçe, Kurdan bi giştî tohmetbar dike û rewşeke ku wek terorîst in dest pê dike. Ev şermezarî ye, bi rastî jî şermezarî ye. Niha miemeleya terorîstan li Kurdan dikin. Her roj bênavber bi milyonan lîreyan ji bo trolên sosyal medyayê xerc dikin. Ew trol ji bo ku heqaretê li min bikin, miameleya terorîstan li Kurdan dikin. Mirovên me ji dewletê dûr dixin. Ji bo çi? Ji bo 3-5 dengan. Şerm nakin, bi rastî jî şerm nakin. Ji ber ku dê bêbextiya li Bay Kemal bikin. Ji bo Xwedê ji min ra bêjin, mirov bi rûmeta bi milyonan mirov dilîze.
Xelkê min ê birêz, hûn bi ti awayî bi propagandaya wan nexapin. Hiqûqa me ya biratiyê ji bîr nekin, teqez ji bîr nekin. Qederê Kurd û Tirk kirine bira. Qederê me anîye cem hev, qederê ji me ra gotîye bibin bira, qederê me li Çanakkaleyê, li Sakaryayê, li Dumlupinarê di hembêzekê de razand. Weke biratiyê ti hezkirineke kûr a nîne. Em bi sedan salan bi hev re jiyan. Ti kesek bi tena serê xwe neçû rêya xwe û nikaribû biçûya. Ez rê nadim ku ji bo 3-5 dengan ti kesek zerarê bigihîne biratiyê. Hindik ma…”