Di sala 1925an, li navçeya Dih ê, (Eruh) girêdayî bajarê Sêrtê, li bakurê Kurdistanê hatî ye dinê. Navê wî yê rastî Sebrî yê Ehmedê Temir e, lê bi navê Sebrî Botanî xwe daye naskirin û di seranserî Kurdistanê da bi vî navê Sebrî Botanî hatîye naskirin. Ew bixwe ji eşîr û hêla Botî ye.
Dema Tirkan, Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî li Amedê dardakin, Sebrî yê Botî, hê dergûş bûye. Di sala 1929an da ji ber tirs, zilm û zora Tirkan, bavê wî Ehmedê Temir, mala xwe ji Botan bar kirîye û çûne bin xetê, li bajarê Dêrîka Hemko Rojavayê Kurdistanê bi cîh bûne. Sebrî Botanî, zarokatî û xortanîya xwe li Suryê, li navçeya Eyndîwer û Dêrikê da derbas dike. Wî demê gelek welatparêzên kurdan nas dike. Ji wan kesên pêşketî û ji endamên civata Xoybûnê, ew kesên bi navê Resûl axa, Egît axa, Abdulkerîme Melle Sadiq, Haco axa û kurên wî, Hemze begê Miksî, Dr. Ehmed Nafiz Zaza û Mîr Celadet Bedirxan naskirîye.
Di destpêkê da, Sebrî Botanî bi hezkirina helbestên Cîgerxwîn, di weşanê Kovara Hawarê da xwendîye û wî piranîya helbestên Cegerxwîn ezber kirî ye. Mirov dikare bibêje ku Sebrî Botanî yek ji şagirtên Cîgerxwîn yên pêşe. Hem jî mirov dikare bibêje ku bi saya kovara Hawarê bûye niştimanperwerek zana û baş.
Sebrî Botî di sala 1946an da, çûye Kurdistana başûr û di eynî salê da, ew li wir hatîye girtin. Hingî di zindana Mûsilê de helbest gotine û nivîsandîye. Ew bi xwe vê yekê şirove dike û dibêje: Ji sala 1944an da, ez û şîir bi hevre dijîn, lê ji sala 1946an da, di zindana Mûsilê de, jîna min di gel vehandinê dest pê dike; dost û hevalên min dixwendina şîiran de kêf xweş dibûn; lê ji nivîsîn û hilgirtina wan dilgiran dibûn…
Li başûre Kurdistanê dibe endamê partî ya PDKê û wek kadirekî çeleng û jêhatî kar û xebatê dike.
Di sala 1961da, beşdarîya şoreşa Îlonê dibe, heta 1967 an li Kerkûkê tê girtin û demekî di zindana Mûsilê da dimîne. Bi alîkarîya hin hevalan ji zîndanê direve û berê xwe dide serê çiyayên bilind û azad..
Sebrî Botanî, ji ber şerê azadîya welatê xwe xebitî ye. Bê tirs dinav bazên serê çîyayên Kurdistanê da dijî. Heta 11 ê Adara 1970 ê pêkhatî ye. Piştra jî beşdarî şoreşa Gulanê dibe. Tu wextekî qet xwe ji rêya Barzaniyê mezin neda ye alî..
Di sala 1991ê da ji neçarî bi tevî sedhezar penaberên çûn bakurê Kurdistanê -Silopî yê dibe. Di sala 1992 an da wek penaberekî sîyasî diçe Ewropa yê. Li bajarê Oslo, paytexta memleketê Norwêcê bi cîh dibe.
Mirov dikare bibêje ku gelek hunermendên kurd, kodên tenbûra xwe bi helbestên Sebrî Botanî xemilandine. Bi saya belavbûna stranên wan hunermendan, di nav gel da evîndarên helbestên Sebrî Botanî pir bûne û nav û dengê wî belav bûye.
Helbestvan, nivîskar û pêşmergeyê Barzanî yê nemir Sebrî Botanî di roja yekşemê 25.10.1998an da, li Oslo, paytexta Norwêcê dinya xwe duguherîne û diçe ber dilovanîya Xwedê.
Bi mirina wî stêrek geş û çirisî ji ezmanê helbesta Kurdî a resen rijîya.
Ji bo min helbesta Sebrî Botanî ya herî baş û bi wate yek jî ev e.
Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min „enfal“ e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e
Evan misilmanên qeşmer
Îslam li min kirin xencer
Bi ayeta enfala reş
Muhemed jî kirin Hîtler
Ey Xudayê şev û rojan
Bila bes bin ev derd û jan
Ev dîn eger dînê te ye
Kê kir hevalê xûnmijan?
Ez li welatê xwe bê sûç
Riswa dibim ditevizim
Bi fetwaya mizgefta te
Di xûna xwe digevizim
Ev derdê min, pirr ji mêj e
Çîrok dijwar û dirêj e
Hemû diz in, mirovkuj in
Dîroka wan, miştqirêj e
Ceng û rev e sal û zeman
Kuştim evan derd û xeman
Bûm gedayê vê dunyayê
Nav û namûs jî min neman
Ez rateqandim derbider
Li ser serê min ceng û şer
Min dikujin, hem dibêjin
Selewat li ser peyxember
Li Îslamê zû peyda bûm
Hem şagird û hem seyda bûm
Ji hingê ve heta evro
Girtiyê dav û qeyda bûm
Ku Îslam hate meydanê
Hizr û hêza xwe min danê
Min bi xûna xwe mezin kir
Wê ez xistim di zîndanê
Dîn ez kirim sed ol û ol
Sofî mofî bê maf û şol
Misilmanek bi ser û ber
Belengaz û qels û melûl
Bi destê van misilmanan
Evan cîran û pismaman
Tev bi talan û şewat çû
Dam û dezgeh, xan û man
Rejîma tirk û ya faris
Hem erebên nezan û birsî
Rûmeta min perçiqindin
Dîn li derdê min nepirsî
Bi navê te û bi navê dîn
Pênasa min ji min dizîn
Bi ol û qanûnên sexte
Ku ji mêj e hemû rizîn
Ey Xudayê jêr û jorî
Ger tu nêzîkî ne dûr î
Heywax li min heta kengî
Ev kotek û zulm û zorî
Nizanim çend sal û dem e
Li pey evê doza xwe me
Her li pey bûm, dê li pey bim
Bê rawestan heta heme
Hawar dikim ez eve me
Xudanê vê qada xwe me
Wek miletan ez milet im
Çima nebim? Madem heme
Ez ku heme gerek hebim
Keyayê welatê xwe bim
Ev hawara min rewa ye
Heta kengî aware bim?
Dixwazim wek wan azad bim
Bi dewleta xwe dilşad bim
Hem dost û hevalê wan bim
Ne kêmtirê kes ji wan bim
Bo çi dîlê vî derdî bim?
Tim bindestê vî û wî bim!
Dixwazim ez efendî bim
Ne koleyê kesek dî bim
Tu rast î û rastî xweş e
Ev derdê min derdek reş e
Her çi min got û ez bêjim
Durist û zelal û geş e………
23.04.2023